logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

'Rojnivîska Rojava Ber bi binxetê ve' derket

Nivîskar Fatma Savci çû li rojavayê Kurdistanê geriya, her roj not girt û ew rojnivîska xwe wekî pirtûk derxist.

  • Dîrok: 30/12/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Nivîskar Fatma Savci çû li rojavayê Kurdistanê geriya, li wê derê bi berpirs, gel û rayedarên wê derê re axivî û di encamê de pirtûkek amade kir. Pirtûk ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka ku bi navê "Ber bi Binxetê ve / Rojnivîska Rojava" hatiye weşandin, ji rojnivîska Fatma Savci pêk tê û agahiyên dawî yên li rojavayê Kurdistanê tê pêşkêşkirin. Pirtûk ji 212 rûpelan pêk tê û têde dîmenên dawî yên aîdê rojavayê Kurdistanê jî cih digirin. Her wiha Weşanên Avestayê ji bo her kes bixwîne buhaya pirtûk bi buhayeke erzan, bi 5 TL'yî radigihîne ber destê xwendevanan.

Bi taybetî kurdên bakur û yên rojava tu demê sînorê ku li nav wan hatiye sazkirin qebûl nekirine. Jixwe tu demê qala 'sînor' jî nekirine û gotine binxet-serxet. Îro li binxetê qewimînên girîng çêdibin. Di nav çapemeniya kurdan de, di nav partiyên siyasî yên kurdan de her kes tiştek dibêje. Kesên ku bibêjin em herin wir, bi çavên xwe bibînin, bi guhên xwe bibihîzin û fêm bikin ka çi diqewime yan tune ne, yan jî gelek hindik in. Yek ji wan kesan ku gotiye ez herim bigerim, bibînim û binivîsim jî nivîskar Fatma Savci ye. Savci ji bo rojavayê Kurdistanê gereke organîze kir û ev gera xwe roj bi roj not girt, ji wan notan, rojnivîskan pirtûkek derxist. Pirtûk ji du aliyan ve girîng e; aliyek kurd zêde rojnivîskan nanivîsin, aliyê din jî ji dêvla ku ji dûr ve qal bike, çûye navê û ji wir qal dike.

Nivîskar Savci qala rola kurdên rojava ya di têkoşîna bakur û başûr de dike û wisa dibêje: "Bi kinayî, ked û rola Kurdistana Rojava di dîroka kurdan de bêhempa ye. Niha derfet çêbûye ku xewna xwe ya azadiyê pêk bîne û di nav malbata mirovahiyê de bi rûmet xwe cih bistîne. Niha çavên rojavayê Kurdistanê li hemî cîhana mirovperwer  û azadîxwaz e ku piştgirî bide têkoşîna wan a azadiyê. Daxwaza wan ji hemû kurdên beşên din ew e ku hêza xwe bi ya wan re bike yek."

Bingeha vê pirtûkê heta sala 2007'an diçe. Savci, di sala 2007'an de diçe rojavayê Kurdistanê dixwaze li ser Serhildana 2004'an dosyayeke amade bike, hevpeyvînan dike lê di vegerê de, li mala wan berî ku kasetan deşîfre bike, kasetên wî xira dibin. Savci wisa didomîne: "Ev wekî deynekî bû di stûyê min de. Lê êdî çax hat ku ez careke din herim Rojavayê welatê xwe û van rojên dîrokî bibînim û bijîm. Demeke hindik be jî bibim şahidê van rojên wan ên dîrokî. Û ne tenê ez bibînim, bi qasî ku min dît û binivîsim jî. Hêvî dikim ku ev nivîsên min hêjayî hêvî û xewna azadiya Rojavaya delalî ya welatê min be."

Fatma Savci dibîne, nîşan dide, balê dikşîne ser meseleyên bingehîn û îqaz dike. Ji bo kesên bixwazin li ser rojavayê Kurdistanê hin agahiyên nû bixwînin, hîn bibin "Ber bi Binxetê ve / Rojnivîska Rojava" çavkaniyeke nû û girîng e.

FATMA SAVCI KÎ YE?

Nivîskar Fatma Savci di sala 1974'an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ve ye ji dayik dibe. Dibistana seretayî li Girêmîra dixwîne. Di sala 1992'yan de, ji ber raman û çalakiyên xwe yên siyasî tê girtin. Di dawiya sala 2003'yan de, ji zindanê derdikeve. Savci li girtîgehê dest bi nivîsan dike û helbestên wê di kovar û rojnameyên kurdî de belav dibin. Piştî derdikeve heta niha pirtûkên wê yên helbestan bi navê "Gulên Qasid", "Xewnên Zîvîn", "Bîra Birînê" û peşxana wê bi navê "Şewq û Payîz" ji Weşanên Avesta derkevin. Pirtûka wê ya dawî "Ristika Morîkan" jî wekî çîrok di sala 2012'yan de derket. Berî ku sal temam bibe pirtûka wê "Ber bi Binxetê ve / Rojnivîska Rojava" digihîje ber destê xwendevanan.
Fatma Savci niha li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û pêre jî xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.


Ber bi Binxetê ve - Rojnivîska Rojava / Fatma Savci / 212 rûpel

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye

***

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

 

Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve

Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany

 

Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê

ad

Îro li 14 bajaran çalakî hebûn

ad

Heyeta CPT'ê çû Îmraliyê

ad

Amedê seferberî îlan kir

ad

BDP'yiyan çima Rûdaw ji kongreya xwe derxist?

ad

Mamoste û zimanzanên kurdî hatin binçavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname