Diyarname
Ji hemû salan zêdetir îsal li gelek bajaran 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Îro li 14 bajaran çalakî hebûn. Heta dawiya mehê li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur, konser, panel wê hebin. Di hemû çalakiyan de daxwaza bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
AMED: NIHA DEMA KURDÎ YE
Li Amedê, Baroya Amedê, OHD û ÎHD'ya Amedê li ber Edliyeya Amedê hatin ba hev û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Serokê Komîsyona Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fidan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li dewletê kirin ku dawî li polîtîkayên asîmîlasyonê berdin û xwestin kurdî bê nasîn.
Platforma Zimanê Kurdî jî li Deriyê Çiyê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakırhan, serokên partiyên kurdan ên din, mebûsên DEM Partî, endamên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiya daxuyanî dayînê bûn.
Berdevkê Platforma Ziman Şerefxan Cizîrî bi kurmancî, Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandî ya DEM Partî Cemile Turhalli Balsak jî bi kirmanckî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Li mal, market, kuçe, dibistan, şaredarî, nexweşxane, mizgeft, dadgeh û li her qada jiyanê emê daxwaza bi kurdî axivîn, nivîsin û jiyînê em dixwazin. Ev hemû nîşaneya kurdbûna me ye. Em dixwazin bi vî awayî li her derê kurdî nişan bidin, em kurdî bikin parçeyeke nasnameya xwe. Ji bo vê yeKê li her warê jiyanê emê siyaseta kurdî bikin. Emê bi kurdî xebatên çandî, hunerî û civakî bikin. Wekî kurdek emê her bi serbilindî bijîn, emê her li hebûna xwe deren. Niha dema kurdî ye."
BAJARÊN DIN
Li bajarên kurdan Riha, Batman, Wan, Erzerom, Mûş, Culemêrg, Şirnex, Riha û li bajarên Tirkiyeyê li Stenbol, İzmir, Edene, Mêrsîn û Enqereyê ji bo îro çalakî hebûn.