Diyarname
Navenda pedagojiyê ya Kurdî û ABF ya bakur û Botkyrka Salemê li ser "Li rojava û bakurê Kurdistanê ziman, perwerdehî û alavên perwedehiyê" semînerek lidar dixe.
Di semînera ku roja 15'ê vê mehê wê li dar bikeve de zimanzan dê li ser meseleyê rawestin.
Ji axifgeran mamosteyê zimanê kurdî Zîwer Hajo û endazyar Zagros Hajo dê li ser rewşa ziman, alavên dersê û perwerdeya li rojava ya pêvejoya beriya şoreşê rawestin. Li welatên ku bi zimanê xwe bi perwerdeya fermî perwerde nabin strûktûra perwerdê çawan bê danîn? Ji bo strûktûrek wiha çi pêwîst e? Ev pirs û pirsên pêre eleqedar dê mijarên Hacoyan bin.
Demek berê helbestvan û mamosteya zimanê kurdî Fatma Savci çûbû rojavayê Kurdistanê û li ser meseleyê lêkolîn kiribû. Savci li ser mijarê lêkolîna xwe temam kir û vegeriya; niha di semînerê de dê li ser rewşa rojavaya Kurdistanê, rewşa dibistanan, ziman, mamosteyan û alavên dersên kurdî agahiyên berhev kirine bi beşdaran re parve bike. Ew dê bi agahiyên balkêş wêneya ziman û perwerdeya kurdî li rojava raxe ber çavan.
Mamoste/zimanzan Amed Tîgrîs jî di semînerê de wê li ser rewşa ziman û perwerdeyê û alavên dersê yên kurdî yên li bakurê Kurdistanê biaxivi.
Azad Heyderî dê li ser berhemên nivîskarên rojava yên bi kurdî raweste.
Berpirsê ABF a bakur Tommy Hindrikes û berpirsê ABF a Botkyrka Salemê dê li ser perwerdeya bi dîstans, xebatên Folkhogskolanê û ABF ê rawestin.
Vaye bername û cihê semînerê:
ROJEV:
• 13.00 - 13.10 Vekirina civînê
• 13.10 - 10.20 Tommy Hindrikes - Berpirsê ABF a Nordöstra Stor Stockholm
• 13.20 - 13.30 Serkan Kose - Berpirsê ABF a Botkyrka Salem ê
• 13.30 - 14.00 Amed Tîgrîs (mamoste, nivîskar)Li Bakur rewşa ziman û perwerdê
• 14.00 - 14.40 Fatma Savci(helbestvan/mamoste) - Di ev pêvejoya nû de li rojava rewşa, dibistanan, perwerde û alavan.
• 14.40 – 15.00 Navber
• 15.00 - 15. 30 Ji rojava Zîwer Hajo (mamosteyê zimanê kurdî) û Zagros Hajo (endazyar) – Beriya şoreşê rewşa ziman, perwerde û alavên dersê . Ji bo îro strûktûrek çawan pêwîst e.
• 15.30 – 15.40 Azad Heyderî – Li rojava nivîskar û berhemên wan.
• 15.40-16.30 Pirs û bersîv; dawî.
CÎ: SKÄRHOLMEN
DEM: 15.12.2012
ROJ: Şemî
SAET: 13.00
NAVNÎŞAN/ADRESS
Röda Korsets Folkhögskolan (Li paş McDonald’s a sentirûma Skrholmenê)
Bredholmstorg 14, 2 tr
127 48 Skärholmen
Ji bo têkiliyê: Hakki Balta, telf: - 070-4594616
e-post: kurdped@hotmail.se
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin