RIHA (DÎHA)
Di êrîşa bombeya xwekujî de 32 ciwanên SGDF'ê jiyana xwe ji dest dan û nasnameya kesê tê fikirîn êrîş pêk anî hat dîtin. Ligel ew jî di nav kesên jiyana xwe ji dest dan de ye hêj nasnameya wî nehatiye eşkerakirin û kesê êrîş pêk anîn tê fikirin ciwanekî 20 salî û ji Semsûrê ye.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) di êrîşa bombeyî ya duh li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya li hemberî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî xebatên înşaya Kobanî bibin hatin Pirsûsê pêk hat de 32 kesan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên kesên nasnameya wan hatin diyarkirin ji bo karên otopsiyê li Saziya Tipa Edlî tên girtin.
Vaye nasnameya êrîşkar
Ligel navê kesê êrîş pêk anîn di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de hê bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin jî DIHA'yê xwe gihand nasnameya kesê tê fikirîn ku êrîş pêk aniye.
Nasnameya kesê tê fikirîn ku wî xwekujî pêk aniye û bûye sedema mirina 32 kesan diyar bû. DÎHA'yê ew nasname bi dest xist. Ne dewletê ne jî SGDF-ESP'ê heya niha tu daxuyaniyên têkildarî mijarê nedane û gumanên êrîş wî kesî pêk aniye zêde bûn. Di daxuyaniyên fermî de gotin dibe ku êrîş ji aliyê jinekê ve hatibe kirin lê pişt re nûçeyên zilamekî pêk aniye ketin rojevê.
Gelo bombeya xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz e?
Li gorî agahiyên nasnameya li ser cenazeyan hatiye perçekirin hatî dîtîn û di teqînê de zirar dît navê kesê dibe ku êrîş pêk anî Şeyh Abdurrahman Alagoz e.
Li gorî agahiyan emniyetê bombeya xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz tesbît kir lê ji bo daxuyaniya fermî nasnameya wî tê veşartin. Agahiyekî din a derbarê Alagoz de jî ew e ku ew 2 meh berê tevlî çeteyên DAIŞ'ê bû ye.
Ew jî ji Semsûrê bû
Piştî Alagoz jî ji Semsûrê derket êrîşa di 5'ê pûşperê de li Amedê li hemberî mîtînga HDP'ê pêk hat jî hat bîra mirovan. Ji ber ku kesê êrîş kir Orhan Gonder jî ji Semsûrê bû. Agahiyên çeteyên DAIŞ'ê demek dirêj e li bajar xebatên rêxistiniyê dikin û gelek kes tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûn hatibûn belavkirin.
Gelo êrîşkar çend kes bûn?
Alagoz ku tê texmînkirin êrîş pêk aniye bi tena serê xwe an jî alîkarî ji hin kesên din girtiye, hê zelal nebûye. Lê tê gotin ku êrîşekî wisa bêyî alîkarî ne mimkûn e pêk bê.
Îdîaya di zikê wî de pîmê bombeyê hat dîtin
Gumana êrîşkar bi tena serê xwe êrîş pêk neaneye zêde dibe. Du îdîayên vê gumanê xurt dikin hene. Ji van yek ji kesên birîndaran ên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê îdîaya ku li ser zikê jinekê pîmê bombeyê hat dîtin bû. Li gorî agahiyên personelên nexweşxaneyê rayedarên polîsan ên ku pîm dîtin jina birîndar ji kesên din cuda kirin û birin odeyekî din. Tê gotin ku piştî dermankirina jina bîrîndar xilas bû ji aliyê polîsan ve ji nexweşxaneyê birin.
Gelo êrîşkar li Rihayê siwar bûn?
Îdîaya din a bi hêz jî ajokarekî minîbûsê yê li ser riya Pirsûs-Rihayê dixebite û nexwest navê xwe bide jî got duh serê sibê ji Termînal Rihayê jin û zilamekî ciwan li wesayîtê siwar bûn û bi wayekî diltirs çanteyên xwe yên piştê li ser çokên xwe girtin. Ajokar got dema hat navenda navçeyê wan kesan pirsa Navenda Çand û Hunerê ya Amara kir û li ber wir ji wesayîtê peya bûn.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Hatip Dicle: Divê wekî gel em parastina xwe pêk bînin
- Agahiyên giştî li ser komkujiya Pirsûsê
- Yuksekdag: 'Li sînor bêyî MÎT'ê tu kes nikare tevbigere'
- Li her derê komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin
- Demirtaş: Bêyî em bitirsin emê têkoşîna xwe bidomînin
- Bi bihîstina komkujî re HDP bi lezgînî dicive, mebûs diçin Pirsûsê


