Dildar Aryen - Qamişlo
Desteya Bilind a Kurd ku nakokiyên xwe bi berfirehî nîqaş kirin, biryarên girîng girtin. Endamê Desteyê Aldar Xelîl, destnîşan kir ku wan li ser mijarên dîplomasî, yekbûna nêrîna siyaseta kurd, parastin, aborî, deriyên sînor biryarên girîng girtine.
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, derbarê hevdîtinên Desteyê yên li Başûrê Kurdistanê de agahî dan ANF’ê. Aldar Xelîl, destnîşan kir ku piştî 4 meh û nîvan îlankirina Desteya Bilind ew çûne Hewlêrê û xwestine xelata yekîtiyê û Desteyê pêş bixin. Xelîl sedema çûna Hewlêrê wiha rave kir:
“Ji ber ku ev Deste li wir hatibû îlankirin me xwest hinek mijar li wir bên safîkirin. Piştî avakirina Desteyê di nava 4 mehan de di pratîkê de gelek pirsgirêk li pêşiya me derdiketin û pir xebatek dijber hebû ku nedihişt ev yekîtî pêş bikeve. Heta gihîşt astek wisa ku êdî El Partî û nûnerên wê nedihatin civînên Desteya Bilind, nûnerên Partiya Yekîtî ne amade bû, lê encumena wan kesekî din diyar nedikir. Me ji bo hinek xebatan biryar didan, lê encumen tevlî nedibû, erê nedikirin. Yanî an em ê kar bikin, an jî em hev dû naxapînin. Li ser vî esasî em çûn. Beriya ku em biçin jî rêveberiya Encumenê çûbû wir û civînên xwe çêkiribûn.”
‘BARZANÎ TEVLÎ NÊRÎNÊN ME BÛ’
Endamê Desteya Bilind Xelîl, anî ziman ku hevdîtina wan a destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re çêbûye û têkildarî naveroka hevdîtinê jî ev tişt gotin: “Me nêrîna xwa pêşxistina yekîtiyê anî ziman. Lê li pêşiya me kelem hene û me hinek tespît kirin. Çiqas karê me kiribe, lê encumena din (ENKS) nekirine me yek bi yek şîrove kirin. Her wiha me diyar kir ku mekanîzmayek encumenê ya ku bersivê bide vê yekîtiyê tune ye, mekanîzmaya wan giran e, zû nikare biryarê bide, her wiha hinek ji nava encumena din naxwazin ev yekîtî pêş bikeve. Ev biryara wan bi xwe ye, lê li pêşiya Desteyê dibin kelem. Mesela li gorî usulê dema Desteya Bilind biryarek girt, divê ev biryar neyê nîqaşkirin, lê li gel encumena din berevajî ye, piştî Deste biryarê dide, ew vê yekê di nava encûmena xwe de nîqaş dikin, ger ku bi erênî nêzîk bibin bicîh tînin, erênî nebe pêk naîne. Me ev yek bi Birêz Barzanî re parve kirin û ew jî tevlî nêrîna me bû û got, ‘Ger ku ew biryara nîqaş bikin wê çaxê ev nabe Deste.’ Dîsa di nava şoreşan de divê mekanîzmayek hebe ku di nava saetan de biryara bide, lê mesela em dixwazin meşekê lidar bixin, encumena din dibêje ‘ka em nîqaş bikin, piştre bersivê bidin’ û ev hefteyekê dom dike. Me ev hemû bi Barzanî re parve kirin, ew jî di gelek mijaran de tevlî nêrîna me bû. Dîsa me hinek biryarên ku nehatine bicîhanîn rexne kirin. Mînak me biryara avakirina komîteyên Edaletê, Alîkariya Mirovî, Komîteya Leşkerî dabû, Komîteya Deriyê Sînor dabû, lê endamên encumenê nehatin. Ev rastî derket holê ku sedema pêknehatina van biryaran encumena wan e.”
Aldar Xelîl, anî ziman ku wan bi Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, mektebên siyasî yên PDK û YNK’ê re, her wiha Berhem Salih re ji hevdîtin pêk anîne. Xelîl, destnîşan kir ku heri dawiyê jî di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û 16 partiyan girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) de hevdîtin pêk hatiye. Xelîl, diyar kir ku wan xwestiye aşkera bibe ku heke ev tifaq ne bi dilê hinek partiyên di nava encumenê de ne bila aşkera bê gotin, lê heke biryarên encumena xwe erênî dibînin jî bila ew diyar bibe.
KARÊN DÎPLOMASIYÊ DESTEYA BILIND DÊ BI RÊ VE BIBE
Aldar Xelîl, da zanîn ku wan di civîna bi encumenê re de li ser gelek mijaran li hev kiriye û got ku yek ji van jî karên dîplomasiyê ne û wiha dom kir: “Komîteya Karên Derve di hemû karan de wekî nûnera kurdên Rojava tê nasîn û nêrîna hevbeş a siyasî esas digire, nêrîna partiyan esas nagire, nêrîna Desteyê esas digire. Li gorî vê divê biryara Desteyê êdî neyê nîqaşkirin. Lê di nava encumenê de hinek alozî hene. Di pêşerojê de dê kongreya wan pêk bê. Di vê kongreyê de wê helwesta xwe bikin yek. Heta ji bo berfirehkirina Desteya Bilind jî me pêşniyar kir, lê wan dîsa xwest piştî kongreya xwe nêrîna xwe bêjin.”
Xelîl, da zanîn ku heke partiyek bêyî biryara Desteya Bilind karên dîplomasiyê birêve bibe, wê demê Deste dê bi daxuyaniyekê diyar bike ku ev partî temsîla Rojava nake.
NÊRÎNA HEVPAR A SIYASÎ
Xelîl got ku mijarek din jî yek kirina nêrîna siyasî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Destay Bilind hate avakirin me gotibû divê em nêrîna xwe ya siyasî bikin yek. Dibe ku her partiyek nêrînek cuda hebe, ev tiştek demokratîk e. Lê di platformên navnetewî de, hevdîtinek bi hêzekê re de, divê nêrînek hevbeş hebe. Li gorî vê yekê me li ser esasê Suriyeyek demokratîk, pir renk û hevgirtî ku hebûna netewên cuda qebûl bike li hev kir. Dîsa mijara ku Kurd jî di nava Suriyeya demokratîk de mîna netewek xwedî erdnîgariyek û hêzek siyasî bê qebûlkirin, li ser vî esasî kurd jî karibin li ser erdnîgariya xwe sîstema xwe ya federal û demokratîk çêbikin, cudabûnê li Suriyê çênekin, lê hebûna wê li gorî pîvanên navnetewî bê qebûlkirin ji bû mijara lihevkirinê.”
MIJARA PARASTINÊ
Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl, got ku ew li ser mijara parastinê jî rawestiyane û têkildarî ve mijarê jî ev tişt anîn ziman: “Van partiyan berê ev mijar qet nedigirtin rojeva xwe û digotin ‘niha ne dema wê ye, pêwîstî pê nîn e’, lê piştî berxwedana Serêkaniyê vê carê hemûyan bi taybetî li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Hinekan behsa hêzên cuda kirin, gotin ‘bila kordîne hebe, lê hêz cuda bin.’ Me bi xwe qebûl nekir û got, ‘Bila komîteyek hebe, ew komîte çi biryarê dide bila wisa be.’ Ji ber vê yekê biryara komîteya hevbeş ku berê jî hatibû girtin hate nûkirin. Ev komîteya ku wekî komîteya biranşê tê binavkirin, li Rojavayê Kurdistanê çi kom û kes hebin dê bîne ba hev û bike yek, her wiha ji bo mekanîzmaya wê çi pêwîste dê wê bike. Dîsa ciwanên ku dixwazin tevlî yekîneyên parastinê bibin teşwîq dike.”
‘YPG HÊZEK REWA YE’
Xelîl, li ser biryara YPG’ê ku got ew girêdayî biryarên Desteya Bilind in û nêzîkahiya Desteyê jî wiha got: “Êdî pêdivî bi fermiyetê nîn e, YPG ji xwe fermî ye û hatiye qebûlkirin, rewa ye. Yê ku li ber xwe dide, şehîdan dide, bajar diparêze û milet evqas piştgiriyê bide jixwe hêzek fermî ye û pêwîstî bi biryara Desteya Bilind nîn e, ew qonax li paş ma. Ji xwe di hevdîtinên me de jî YGP li ser zimanê hemû kesî bû.”
JI BO ALÎKARIYÊ SAZIYÊN SIVÎL DÊ BÊN AVAKIRIN
Aldar Xelîl, derbirî ku mijara aboriyê jî hatiye nîqaşkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem ji bo vekirina deriyê sînor hem jî saziyên sivîl ku karibin wekî hev nêzî hemû kesî bibin, li gorî karê xwe nêzîk bibin hatin nîqaşkirin. Di vê mijarê de hemfikirînek derket. Lê divê ev sazî di demeke kurt de bêne avakirin da ku karibin di qada navnatewî de bikevin nava têkiliyan. Ji ber ku van karan partî nikarin bikin, fikrek wan a siyasî heye. Lê saziya sivîl her yek li gorî biranşa xwe dê tevbigere û hemû cîhan jî dê wan qebûl bike.”
MESELEYA SÎNORAN
Aldar Xelîl, destnîşan kir ku beriya ew bê careke din bi Barzanî re hevdîtin pêk anîne û mesela sînoran anîye rojevê. Xelîl, wiha dom kir: “Me biryara ku berê ji bo vekirina 2 deriyên sînor dabû bibîr xist. Wî jî soz da ku dê li ser bisekine, li ser esasê ku di demeke kurt de ev pêk were soz da. Em ê li bendê bimînin.”
‘BERXWEDANA SERÊKANIYÊ SERKEFTINA ROJAVA YE’
Xelîl, diyar kir ku di hemû civînan de berxwedana Serêkaniyê wekî serkeftina Rojavayê Kurdistanê û hêza gelan hatiye nirxandin û wiha got: “Plana ku tirkan û el Kaîde têk çû. Ku ev berxwedan nebûya, dê heta Qamişlo û Rimêlanê biçûna. Plana têk neçûbe jî, bi derengî hate xistin, belkî plana wan didome. Lewre yên ku heta çend roj berê li dijî YPG’ê disekinîn, piştî berxwedanê piştgiriya xwe anî ziman.”
‘BILA GELÊ ME CIHÊN BERNEDE’
Xelîl, da zanîn ku dê alîkariya ya ji bo Serêkaniyê bidome, her wiha hewldana wan a dîplomasiyê ya ji bo alîkariyê jî heye. Xelîl, diyar kir ku divê şêniyên Serêkaniyê vegerin malên xwe û gelê yên li bajarên din jî tedbîrên xwe bigirin û di rewşek wisa de ji bajarê xwe dernekevin. Xelîl wiha dom kir: “Ev yek dê bihêle ku muxalefet jî hêza me qebûl bike, belkî siyaset heta xwe dide qebûlkirin gelek hewl dide, lê helwesta gel gelekî zêde ye. Dema di warê leşkerî de ew bên şkandin êdî qebûl dikin. Ez bawerim miletê me vê yekê dizane û dê li gorî wê tevbigere. Hinek kom hene girêdayî El Qaîdeyê ne, lê li ser navê kurdayetiyê di nava gel de çekan û kesan bi rêxistin dikin ku di pêşerojê de milet bixin nava şer. Divê gelê me li hemberî wan hişyar be. Em ji wan koman re jî dibêjin ku tişta ew dikin şaş e, hebûnek wan hebe jî di nava miletê wan de ye.”
BINAVKIRINA HERÊMA KURDAN
Xelîl, anî ziman ku di civînê de wan xwestine ji bo binavkirina herêma kurdan jî biryare derkeve lê, lihevkirinek derneketiye û sedema wê wiha rave kir: “Partiyên din dibêjin ‘Kurdên Suriyê’ lê tiştekî wisa nabe. Me dixwest ku em hebû bêjin ‘Rojavayê Kurdistanê’ lê wan gotin ku nikarin niha tiştekê bêjin û dîsa ev biryara xwe ji bo piştî kongreya xwe hiştin. Lê hinek partî tevlî nêrîna me bûn.”
TÊKILIYÊN BI MUXALEFETÊ RE
Li ser têkiliyên bi muxelefeta Suriyê re jî Xelîl ev tişt gotin: “Heta niha em zêde nêzî Meclîs Suriyê nedibûn, ji ber ku navenda wê li Tirkiyeyê bû û dibin bandora wan debû. Niha navenda meclîsa nû li Kahîreyê ye, lê dîsa jî ji bo me ya girîng nêzîkahiya wan a ji bo pirsgirêka kurd e. Di civîna li Hewlêrê de ev hate rojevê. Hinekan gotin ku em tevlî wan bibin. Lê me got pêşî em bipirsin ka bersiva daxwazên wekî ‘qebûlkirina sedî 15 kurdan a li Suriyeyê, guhertina navê dewleta Suriyeyê wekî Komara Suriyeyê’ ku dema nûnerên encumenê çubûn civînê bilêv kiribûn bidin. Di civîna Qetarê de rayedarên Meclîsê gotibûn ku dê piştre bersivê bidin, lê bersiv nedabûn. Me ji Meclîsa Suriyeyê pirsî û rojek piştre bersiv hat. Ji bilî ku yek ji cîgirên serokê meclîsê kurd be, tiştek qebûl nekirine û gotine bila ev tişt ji bo piştî hilweşandina rejîmê bimîne. Li ser vê yekê nîqaş hat kirin ku em bi danûstandinan xwe bi wan bidin qebûlkirin, lê biryara dawî nehat dayîn.”
Ji ANF'ê hatiye girtin