Diyarname
Fîlmê bi navê "Swastika" ku ev 30 sal in qedexe ye li Almanya û DYA'yê careke din dikeve vîzyonê.
"Swastika" di sala 1973'yan de hat kişandin û mijara wê li ser jiyana malê ya faşîst Hîtler e. Fîlmê ku bi kameraya 16 mm ji aliyê Eva Braun ve hatiye kişandin, dîmenên ku berê li ciheke din nehatine weşandin têde hene.
Fîlmê ku Philippe Mora derhêneriya wê kirine û niha hatiye restorekirin bêşirova Hîtlerî nîşan dide. Di fîlmê dema dîmenên Hîtler ên wemkî dema mazûvanî dike, bi zarokan re dilîze, taştê dike dixuye.
Fîlm di Festîvala Fîlman a Cannesê ya sala 1973'yan de yekemîn car hat nîşandayîn û ji wê rojê ve heta niha hat qedexekirin.
Piştî Cannesê li DYA, Fransa û Îngilistanê hat belav kirin lê bi awayê ku kesî fêm nekir çawa bûye hat qedexekirin û ji holê hat rakirin. Di van 30 salên borî de tenê li çend zanîngeh û klûbên fîlman de hat nîşandayîn.
Fîlmê 95 deqîqeyî piştî 30 salan yekem car di 10'emîn Festîvala Fîlman a Era New Horizonsê ku roja 1'ê vê mehê bi dawî bû hat nîşandayîn.
Vaye fragrama fîlm:


