Diyarname
Kesek ku nexwest navê xwe eşkere bike ev tabloyê Banksy derxist mezatê û ji bo alîkariya zarokan firot. Tablo bi 106 hezar û 500 dolarî hat firotin.
Dawiya meha adarê bi ser platformeke ku navenda wê li Londonê de tabloya Banksy derxistin mezatê. Tabloya bi navê “CND Soldiers” ji bo alîkariya zarokan û malbatên wan hat firotin.
Di tabloyê de du leşker hene ku tablo Tevgera Bêçekirina Nukleer sembolîze dike. Pereyên ji tabloyê hatine bi dest xistin dê diyarî Nexweşxaneya Zarokan a Kîevê bê xerckirin ku alîkariya zarok û malbatên wan dike.