Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di civîna Meclisa Rêveberiya Kantona Cizîrê de axivî û got ku ewê li Moskovaya Rusya, Berlîna Almanya û Parîsa Fransayê nûneriya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê veke.
Kurtedemek berê hatibû eşkerekirin kirin ku dê li Moskovayê nûnerî bê vekirin lê niha du bajarên din li vê hatin zêdekirin.
Li gor nûçeya ANHA'yê Muslim gotiye di kurtedemê de piştî hevdîtinan ew dê nûneriyan vekin.