Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî vê care albumên hunermendên bi nav û deng ên Hesen Cizîrî û Mihemedî Mamlê derxistin. Album bi teknîka îroyîn hatine paqijkirin û di nav qutiyeke ciwan da pêşkeşî guhdarên muzîka folklorîk a kurdî hatine kirin.
Albuma Hesen Cizîrî ku ji aliyê şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Dihokê ve hatiye amadekirin, ji 5 CD'yan û 54 stran û lawikan pêk tê û piraniya stran û lawikên wî yên bi nav û deng û jiyannameya wî bi xwe ve digire.
Hesen Cizirî (1917-1983) ku bi taybetî bi strana "Kevok im" nav û deng daye, li Cizîra Botan ji dayik dibe. Malbata wî ji ber rewşa nelihev ya hîngê ji bo ku jiyan û debara xwe bike, koçî Zaxoyê dike. Ew demekê wekî berdestê sifirkerekî kar dike û digel hostayê xwe li gundên Zaxoyê digere. Ji deh saliya xwe pê ve çavên wî berebere kiz dibin û di temenê lawîniyê de bi yekcarî nabînin. Hesen Cizîrî, di sala 1941'ê diçe Bexdayê û li Radyoyê Bexdayê dest bi kar dike. Di sala 1961'ê de bi jineke Bexdadî re dizewice; du keç û kurekî wî dibe. Di sala 1976'an da jî vedigere Zaxoyê û heta dawiya temenê xwe li wir dimîne. Ew tevî stranbêjiyê, ûdjen û tembûrjenekî zor û pispor bû.
Elbûma Mihemedî Mamlê ku zincîreya yekem e, ji 8 CD'yan û 90 stran û meqamên bijare yên Mihemedî Mamlê û jiyanameya wî pêk tê. Mihemedî Mamlê ku wekî Bilbilê Mukriyan nav û deng daye, di sala 1925'an de li Mehabadê ji dayik dibe. Wî stranên xwe li Radyoya Mehabad, Kirmaşan û Tewrêzê tomar kirine û beşdarî di çendîn civat, şevbihêrk û konseran da kiriye. Mamlê heval û hogirê hunermend, şaîr û nivîskarên serdema xwe bûye, wekî Hêmin, Hejar, Hesen Zîrek, Xelîl Sidiqî, Hacî Haşimî Fîdayî, Nasir Rezazî. Ew di muzîka kurdî de xwedî arşîveke dewlemend û ekoleke taybet e; bi taybetî di strana meqama Qetar û Wefayî da pispor e. Mamlê, di sala 1997'an de li Mehabadê koça dawîn dike û li Goristana Hunermendan tê veşartin.
Bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com
khidihok@yahoo.com
www.khi03.com