Diyarname
Lîstikvan Gulistan Tahir îro li bajarê Bochum ê Almanyayê canê xwe ji dest da.
Gulistan Tahir di sala 1984'an de li bajarê Dirbêsiyê hat dinê. Ew di nava malbateke hunerhez de hat dinê. Bavê wê hunermend Necim Omerî ye û diya wê stranbêj Hesîna Omerî ye. Xwişka wê Mizgîn Tahir hunermanda operayê ye, birayên wê Remedan Necim Omerî û Şikrî Sobarî jî hunermendên navdar in.
Hunermend Gulistan Tahir bi stranbêjiyê dest bi xebata hunerê kir. Ew endama komên folklora kurdî bû, gelek stran gotin. Yek ji strana wê ku pir tê zanîn “Qamişloka Evînê” ye.
Tahir ligel stranbêjî di warê şanoyê jî xebitî. Tahir piştî çû Almanyayê jî ev xebata xwe ya hunerî domand.
Gulistan Tahir di Mîhrîcana Şanoyê ya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê de xelata lîstikvana herî baş wergirtibû.


