___BEFRÎN NUSRET___
Hebê Xan, di civakeke êşîrî de yek ji jinên pêşeng ên xebata azadîxwaziya kurd û têkoşîna siyasî ya jinan bû. Wê jinê zêr û xişlên xwe di ber xebata neteweyî de bexşandin û roleke berbiçav di dîroka Germiyanê de lîst.
Jineke jêhatî di navbera xwendin û siwarçakiyê de
Hebê Xan, keça Kerîm Begê Fetah Begê Heme Paşayê Cafe. Di sala 1927’an de li Kelara kevin çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ew wekî keça yek ji kesayetên navdar ên dîroka hemdem, di nava malbatekî nîştimanperwer de mezin bû. Nasîna wê ya bi kevneşopiyên resen ên kurdewarî û pîvanên civakî, rê li ber vekir da ku bibe yek ji jinên herî jêhatî û serdest ên serdema xwe.
Li ser daxwaza bavê xwe, Hebê Xan wekî yekemîn xwendevana jin di dîroka herêmê de çû dibistana seretayî. Lê jiyana wê tenê bi polên dibistanê bi sînor nema, bi rênîşanderî û çavdêriya malbata xwe, ber bi qada siwarçakiyê-hespsiwariyê ve avêt û wekî siwarçakeke (şovalye) şox, şeng û jêhatî û bi tîravêjiya xwe li seranserê Germiyanê deng veda û navdar bû.
Bexşandina zêrî û zîvan di ber xebata gelê xwe de
Hebê Xanê ji temenê ciwaniya xwe ve nimûneya dilovanî, bexşandin û kurdperweriyê bû. Di destpêka salên çilan ên sedsala borî de, dema ku xebata siyasî li Kurdistanê geş dibû, wê bi baweriyeke kûr hemû zêr û zîvên xwe ji bo azadîxwazên Kurdistanê bexşand û di ber doza gelê xwe de dev ji mal û milkê xwe berda.
Ji rêxistinkirina jinan ber bi zindana desthilatê ve
Ji ber peywendiyên malbata xwe yên bi kesayetiyên nîştimanperwer re, Hebê Xanê rêya xebata siyasî ya Kurdistanê hilbijart û roleke berbiçav û wêrek di bihêzkirina rêxistinên Partiya Hîwa (Hizbî Hîwa) yên li sînorê Germiyanê de lîst. Wê ji bo pêşvebirina çalakiyên xwe, gelek caran bi dizî û bi bîryarî di navbera Kelar, Kifrî, Xaneqîn û Bexdayê de çûn û hatin dikir û rêxistinên jinan li wan deveran bi hêz dikirin.
Piştî ku di sala 1963’an de hevjînê wê yê bi navê Mehmûd Beg tevlî refên şoreşê bû, zextên desthilatê li ser Hebê Xanê zêdetir bûn. Li gel xirabiya rewşa jiyanê, ew neçar ma ku koçberî gundê Bansindûqê bibe. Lê li wir jî bi tohmeta çalakiyên siyasî yên veşartî yên ji bo piştgiriya partiya xwe hat girtin û birin navenda polîsan a Qeretepeyê ku li wir jî bi awayekî tund lêpirsîn li gel hat kirin.
Zext û tundiya desthilatê nekarî vîna Hebê Xanê bişkîne
Tundî û zextên desthilatê nekarîn vîna Hebê Xanê bişkîne. Rêveberê navçeya Qeretepeyê ku zilamekî xêrxwaz ê ereb ji êşîra Enezeyê bû, ji ber rêzgirtina xwe ya ji bo malbata Caf, ket navberê û bû sedema azadkirina Hebê Xanê.
Hebê Xan piştî vê bûyerê vegeriya Kelarê û heta dawiya temenê xwe, bi rastgoyî, dilovanî û wêrekiyê xizmeta xelkê herêma xwe kir. Navê wê tenê bi xebata siyasî û çalakiyên civakî sînordar nema, belkî hestên wê yên helbestvaniyê jî wekî beşek ji kesayetiya wê bûn.
Helbestvaneke nenas û xwedî hestên kûr bû
Li gel çalakiyên xwe yên siyasî, Hebê Xan xwedî hestekî nazik ê helbestvaniyê bû. Wê di boneyên cuda de helbestên nîştimanî, civakî û şînê dinivîsandin. Mixabin piraniya helbestên wê winda bûn, lê beşek ji berhemên wê bi rêya devkî hatin parastin û piştre di sala 1990’an de, di dîwaneke taybet de hatin komkirin û gihîştin destê xwendevanan.
Roja 11’ê Tîrmeha sala 1997’an, Hebê Xan piştî temenekî tije xebat, dilovanî û helwestên wêrek, xatir xwest. Ew bi koça xwe ya dawî re ne tenê bîranîna jineke têkoşer, her wiha dîrokeke tije şanazî û xizmet ji bo gel û jinên kurd di pey xwe de hêla ku navê wê wekî şazadeya Germiyanê di bîra civakê de her bimîne.
***
Nivîseke din a Berfîn Nûsret a ku me di Diyarnameyê de belav kiriye:
- Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan


