Diyarname
Vê hefteyê 5 jê ji Tirkiyeyê 5 biyanî 10 fîlm dikevin vîzyonê. Fîlmê derhênerê kurd Tayfur Aydin "Qijika Reş" jî di nav van de ye.
Rêwîtiya 'Qijika Reş'
Senaryoya "Qijika Reş" ji aliyê Tayfur Aydin ve hatiye nivîsandin û di heman demê de wî derhêneriya fîlm kiriye. Lîstikvanek îranî ji ber rola di fîlmên tazî de jêre çûyîna Îranê hatiye qedexikirin. Di demek wisa de nameyek ji bavê wê jêre tê û ew biryarê bide vegere Îranê. Lê dê ji rêya veşarî here, divê ne leşkerên tirk, ne leşkerên îranê wê biqufilin. Fîlm vê rêwîtiya wê keçikê bi heyecan nîşan dide.
Di fîlm de Şebnem Hassanisoughi, Aziz Çapkurt, Murat Toprak, Sedat Culum, Mehmet Unal Û Aydin Orak lîstine.
Fîlmê ku li Festîvala Stenbolê û Festîvala Antalyayê de di pêşbaziyê de bû, di Festîvala Bogazîçî de xelata Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî girt.
***
Fîlmek ji bo zarokan
Di nav fîlmên vê hefteyê de fîlmekî ji bo zarokan jî heye: "La Guerre des Tuques (Snowtime)". Fîlmê ku derhêneriya wî Jean François Pouliot kiriye wekî "Kartopu Savaşlari" wergerandine tirkî.
Li gundek biçûk komek zarok di betlaneya zivistanê de desk bi goga ji berfê dikin. Lukeyê 11 salî û Sophie dibin serekên du komên cuda. Sophie û hevalên wê ji bo xwe biparêzin kelehek ava dikin. Di dawiya betlaneyê de kî kelehê bi dest bixe dê ew bi ser bikeve lê şerê mehsûm ê wekî şahiyek dest pê bikr vedigire şerek cidî.
Vane fîlmên din:
- Kaçiş / Derhêner: Kenan Kavut
- The Unknown Girl/ Derhêner: Jean Pierre Dardenne, Luc Dardenne
- Dönerse Senindir / Derhêner: Erol Ozlevi
- Hasret Bitti / Derhêner:Ayhan Ozer
- Snowtime / Derhêner:Jean Fronçois
- Collateral Beauty / Derhêner: David Frankel
- Florence / Derhêner: Stehhen Frears
- Assassin's Creed / Derhêner: Justin Kurzel, Michael Fassbender
- Degiştir Bakalim / Derhêner Eda Fatma Gurbuz


