Şirnex
Li gundê Setkara Elkê duh êvarê li ber malê xwe hinan bi çek/an êrîşê Temer Temel ê HDP'yî kiribûn. Temel li cihê bûyerê mir.
Li gundê Setkar a Elka Şirnexê duh êvarê kes an hin kesan gula bera Temer Temel ê 50 salî dabûn. Temel dema li ber mala xwe ji erebeyê daketibû rastî gulebaranê hatibû û li cihê bûyerê miribû.
Temel, birê Şaredarê DBP'ê yê berê yê Elkê Yusuf Temel bû.
Temel ku di heman demê de apê Hevserokê HDP'ya Elkê Ferhat Temel bû tê gotin ku tu pirsgirêka wî û kesek din bi hev re tune bû. Tê gotin ku li hemberî sûîkast çêkirine, lê heta niha kes nehatiye binçavkirin an girtin.
Cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Elkê û îro dê defin bikin.
MA


