Diyarname
Ji bo Tûrnûvaya Kûpayê Cîhanê ya 2026'an sê welat dibin mazûvan: Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Meksîka û Kanada. Ji bilî van Fas hebû lê her sê welatan ev maf bi dest xist.
68'emîn Kongreya FIFA'yê li Moskovaya Rusyayê li dar ket. Di kongreyê de Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin jî axivî û got ku Kûpaya Cîhanê ne tenê şov e, di heman demê de organîzasyonek e ku çandan û civakan jî nêzî hev dike. Dema Putin ji bo axaftinê dihat ser dikê hemû salon rabû ser piyan û jêre li çepikan da. Serokê FIFA'yê Gianni Infantino ji bo mazûvanî sipasiya Putin kir.
Di kongreyê de ji bo tûrnûvaya 2026'an jî biryar hat girtin. Di encama dengdayîna delegeyan de 'Şirîkatiya Amerîka' ku her sê welat di nav de ne bi 134 dengan bi ser ket. 65 delegeyan jî deng da Fasê lê encam neguherî.
Ji maçên dê bêne lîstin jê 60 heba li DYA'yê, 10 li Meksîka û 10 jî li Kanadayê dê bêne lîstin.
Piştî maçên çarîk fînalê maçin din ên jortir dê li DYA'yê bêne lîstin.
Fas di salên 1994, 98, 2006 û 2010'an de jî bûbû berendam lê di wan de jî bi ser neketibû.
Hejmara tîman zêde dibe
Di Tûrnûvaya 2026'an de hejmara tîman derdikeve 48'an. Ji Yekîtiya Federasyona Fûtbolê ya Ewropayê (UEFA) 16 tîm, ji ya Afrîkayê (CAF) 9, ji ya Asyayê (AFC) 8 ji ya "Codnmebol" (Amerîkaya Navîn û Bakur û Karayîpê) 6 tîmên neteweyî û ji Konfederasyona Fûtbolê ya Okyanûsê jî tîmek dê beşdar bibe. Bi giştî dikin 40 tîm û her wiha 2 tîm wekî kontenjan û 6 tîm jî di encama maçên Play-offan de diyar bibin.
69'emîn Kongreya FÎFA'yê dê roja 5'ê pûşpera 2019'an li Parîsê li dar bikeve.