logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Li Helebê ji YPG’ê çalakiya bersivdanê: 19 kuştî

Di şerê ku duh di navbera koma çekdar a ketibû Taxa Eşrefiye ya Helebê û hêzên YPG’ê de, ji koma çekdar 19 kes hatin kuş

  • Dîrok: 27/10/2012
  • Beş: Nûçe

Heleb
Di şerê ku duh di navbera koma çekdar a ketibû Taxa Eşrefiye ya Helebê û hêzên YPG’ê de, ji koma çekdar 19 kes hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin. Di encam şer de koma çekdar ji taxê derket û kontrol ket destê YPG’ê. Di şer de endamek YPG’ê jiyana xwe ji dest da, yek jî bi birîndarî ket destê koma çekdar.

Piştî ku duh komek çekdar ket Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn û ji gel 5 kes kuştin, YPG’ê mudaxele kir. Di encama şerê ku heta dereng dom kir de, koma çekdar gelek kuştî dan û ji taxê derket. Piştî pevçûnê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), derbarê şerê encamên şer de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyedê hate destnîşankirin ku komek çekdar ku navê artêşa azad li xwe dike, bi armanca kontrolkirinê û vekirina wê ya ji şerekê bi rejîmê re ketiye Taxa Erşefiyeyê û ev tişt hatin gotin: “Her wiha dixwazin taxên ku gelê kurd lê dijî, bikişînin nava şerekî qirêj. Di encamê de vê koma çekdar li hemberî gelê me ku dixwest meşek aştiyane li dar bixe û bixwaze koma çekdar ji herêma wan derkeve, çek bikar anîn û gelek kes şehîd xistin û birîndar kirin.”

‘LI SER ESASÊ PARASTINA REWA BERSIV HATE DAYÎN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG’ê jî, li ser esasê parastina rewa û tolhildana şehîdên Taxa Eşrefiyê bersiv daye van êrîşan û wiha hat gotin: “Di encama şer de ji koma çekdar 19 kes hatin kuştin, hejmarek zêde birîndar bûn û hinek kes jî esîr hatin girtin. Dîsa cebilxaneyek hatiye desteserkirin. Her wiha hejmarek zêde ya seyareyên vê komê ku dema reviyan li pey xwe hiştin ketine destê me.”

TAX DI BIN KONTROLA YPG’Ê DE YE

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şer de endamek YPG’ê yê bi navê Omer jiyana xwe ji dest daye, yek birîndar bûye û yek jî bi awayekî birîndarî ketiye destê koma çekdar. Her wiha hate destnîşankirin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî dibin kontrola YPG’ê de ne û ji niha û pê de Tugaya Şehîdên Şêxmeqsûd dê parastina van her du taxan û hemû gelên li van deran rûdinin bike."

‘EM Ê LI HEMBERÎ HER ÊRÎŞEKÊ RAWESTIN’

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG dê li hemberî her êşîrekê rawestin û bersiv bidin. Têkildarî mijarê di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li ku dibe û ji ku tê bila bê em ê bersiv bidin. Berpirsyariya her welatiyek kurd li ku derê be jî dikeve ser milê me. Ev berpirsyariyek exlaqî û welatparêzî ye. Em bi tu kesî re li ser mijara ewlekariya gelê me yê rojavayê Kurdistanê bazarê nakin.”

BANGA YEKÎTIYÊ

YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ku ew xwe wekî perçeyek ji şoreşa Sûriyeyê dibînin û ew ê her tim li kêlaka hêzên demokratîk ên ku mafên gelê kurd ên rewa nas dikin cihê xwe bigirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên Sûriyeyê hate kirin ku hurmetê nîşanî vîna gelê kurd bidin. Her wiha bang li hemû hêzên siyasî û civakî yên kurd hate kirin ku bibin yek û li hemberî her êrîşekê ji bo parastina destkeftî û nirxên gelê kurd dengê xwe bilind bikin.

YPG’ê bang li ciwanên kurd jî kir ku xwe li dora YPG’ê bikin xelek û vê hêzê aydî xwe bibînin.

Çİ ÇÊBIBÛ?

Di 25’ê kewçêrê de komek girêdayî Artêşa Azad xwestibû ku bikeve Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn. Lê şêniyên taxê û hêzên YPG’ê destûr nedan. Piştî vê bûyerê di heman rojê de, vê carê artêşa rejîmê bi topên hewanê tax topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 ji wan kurd 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn. Hîn şêniyên taxê cenazeyên xwe ji erdê ranekiribûn, rojek piştre, yanî di 26’ê kewçêrê de, dîsa komek çekdar a artêşa azad ket Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê li ser daxwaza şêniyên taxê heyetek hate avakirin û hate xwestin ku bi komê re bi axive da ku ji taxê derkeve. Lê di vê navberê de koma çekdar diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye destê xwe. Ji ber vê yekê jî bi sedan şêniyên taxê li hev kom bûn û meş lidar dixist. Lê koma çekdar girse gulebaran kir û 5 sivîl kuştin. Li ser vê yekê YPG’ê bersiv da û şer derket. Di encama şer de koma çekdar 19 windahî dan û ji taxê derket

***

Nûçeyên eleqedar:

- TEV-DEM: Dixwazin gelê kurd bikişînin nava şerê qirêj
- Di êrîşa Sûriyeyê de hejmara miriyan gihişt 15’an 
 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

news
  • 01 06 2026

Kongreya Amedsporê li ser ket; va ye lîsteya rêveberî û hedefên wan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xirabmalî ŞIRNEX

ad

Eurovision ligel temaşevanan li dar dikeve

ad

Sîîrt Sporê got ez jî heme

ad

Bi 8 golan gotina xwe gotin

ad

Heyeta Yekîtiya Ewropayê çû serdana Hevşaredarên Wanê

ad

Beştaş: Emê biryarê bibin HSYK'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname