Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li cihê xwe mazûvanî ji bo Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu kir.
Baydemir digel şaredarên din ên navçeyan pêşwazî li Kiliçdaroglu kir, şaredarên din da nasîn û got ku niha Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin wekî siyasetmedarên kurd di girtîgehê de ye.
Şaredar Baydemîr bal kişand ser grevên birçîbûnê ku li girtîgehan didomin. Baydemir wisa got: "Êdî li welatê me digel kurd, tirk, muxalefet, muxalefeta sereke, desthilatdarî; digel BDP, AKP, CHP, MHP, ez hêvî dikim emê bikaribin rûpeleke nû vekin û diyarî vî welatî bikin.
Piştî hevdîtinê Baydemîr ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî û wêneyeke ku ji sûrên Amedê pêk hatibû diyarî Kiliçdaroglu kir.