Diyarname
Kovara navdar a DYA'yê Newsweek biryareke nû girt ku piştî sala nû êdî tenê wekî dîjîtal bê weşandin.
Ji roja ku rewşa dîjîtal û înternet derketiye rewşa rojnameya her bûye meseleya nîqaşê. Vê carê kovareke din ji çapê xatir xwest û êdî dê tenê wekî dîjîtal bê weşandin. Kovara Newsweek ku 80 sal in weşana xwe li ser qaxiz dike biryar girt ku ji serê salê wêde êdî tenê di qada dîtîjal de bê weşandin.
Li gor daxuyaniya ku ji şîrketê hatiye kirin Newsweek dike ku di bazara tablet û online de avantajeke bi dest bixe.
Daxuyanî dibêje ku di nava xwendevanan de her diçe bikaranîna tabletan zêde dibe, qada dîjîtal firsendek e.
Hate gotin ku bi vê yekê dê şîrket hin karkeran ji kar derxe.


