Diyarname
Heta niha ji bo Wanê konsera stranan, konsera rockê li dar ket vê carê bi navê "Ji bo Wanê Pop" konsereke popê bi organîzeya Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê li dar dikeve.
Konser 18'ê vê mehê li Navenda Kongre ya Stenbolê (Ku li Harbiyeyê ye) li dar dikeve. Di konserê de wê hunermendê popê yên wekî Demet Akalin, Hande Yener, Deniz Seki, Gulşen, Bengu, Burcu Guneş, Sibel Tuzun, Yeşim Salkim, Tugba Ozerk, Mustafa Ceceli, Murat Boz, Emre Altug, Keremcem, Levent Yuksel, Kutsi, Metin Arolat derkevin ser dikê.
Hate gotin ku Şaredariya Şîşlî pereyên ku ji vê konserê bi dest bixe dê li Wanê ji bo çêkirina mamostexaneyê bikar bîne.