Diyarname
Bi salan e hatibû îdîakirin ku Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal hatiye kuştin. Li ser vê yekê dozgeriyê biryar dabû ku li ser cenazeya wî lêkolîn bê kirin. Ji bo vê yekê gora wî hatibû vekirin û ceza ji bo bibin Tiba Edlî û li ser lêkolînê bikin hatibû derxistin. Piştî du rojan ku lêkolîna li ser cenazeyê temam bû, îro bi merasimekê dê cenazeyê disa li gora ku li Topkapiya Stenbolê ye veşêrin.
Tiba Edlî ji bo lêkolînên toksîkolojî û kîmyewî mînak ji cenazeyê girtin.
2'yê vê mehê cenazeya Serokomarê 8'emîn Turgut Ozal hatibû vekirin û cenazeya wî birin Tiba Edlî.


