Diyarname
Rengiz kovareke şêwekarî, demsalî, akademî ye û bi zaraveyê kurmancî li Başûr derket.
Kovara ku ji aliyê dezgeha Spîrêzê li Duhokê tê derxistin xwediyê wê yê îmtiyazê Muyed Teyb û sernivêskarê kovarê jî Fehmî Balayî ye. Kovara ku niha hejmara xwe ya yekem derxist, desteya wê ya alîkar jî ji van hunermendan pêk tê: Beshar Isa, Riza Topal, Behram Haco, Cengîman Omer, Serhad Bapîr, Elter Rêzan. Guhdar Selahedîn, Sîrwan Şakir, Jemal Ebdo (mîrê Hêkan), Şêrko Jelal, HesenQazî zade, Reşîd Heso.
Ji çar pareyên kurdan jî hunermend bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî kovarê dibin. Berpirsiyarên kovarê li ser armanca derxistina kovarê wisa gotin: "Armanca derketina kovarek taybet bi hunerê şêwekarî, piştevaniyek û girîngiyeke bi vê beşê hunerî û nasandina hunermendên kurd ên her çar parçên Kurdistanê ye. Her wisa lêkolînên di vê kovarê de tên weşandin roşenbîriyek hunerî li ba xwendevanê kurd peyda dike û dîroka hezaran salan ya li ser vê xakê bi nîgarên li ser şkeft û kevirên Kurdistanê û Mezopotamya bi me dide naskirin û girîngiyê dide dewlemendiya vê herêmê."
Berpirsên kovarê didin zanîn ku ew li benda berhemên hunermend û rexnegirên kurd in ku, bi berhemên xwe yên lêkolînî li ser mijara şêwekariyê bi giştî û şêwekarên kurd bi taybetî ji wan re bişînin.
Di hejmara kovara yekê de ev mijar cih digirin:
Sergotar: Muyed Teyb
Sadeyî pesendkirin a huerî: Beşar Îsa
Gelerî di şaristanya ewropiyan da: Şêrko Jelal
Şiroveya berhemên Mîrê Hêkan: Ralf Kolshevisky
Rambrant: Riza Topal
Girîngiya ramana bedewiyê û çanda hunerê: Raxib Sozanî
Hevpeyvina bi Malvay re: Martin şvap
Edgar Degas: Fehmî Balayî
Girafikerê kurd Serhad bapîr: Gostav Lakas
Kesên bi xwazin bi kovarê re bikevin têkiliyê dikarin ji vê mailê re nameyên xwe bişînin: fbalay6@hotmail.com