Diyarname
15'emîn 1001 Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî îro dawî bû. Di festîvala ku hin belgefîlmên kurdan jî hatin nîşandayîn de bi giştî 12 hezar û 500 kes bûn mêvanên festîvalê û li belgefîlman temaşe kirin.
Di festîvalê, di bin 8 beşan de belgefîlmên ji gelek welatan û ji Tirkiyeyê hatin nîşandayîn. Festîvala ku êvara 26'ê mehê bi merasimeke li dar ket, di 5 rojan de rastî eleqeyeke mezin hat û bi giştî 12 hezar û 500 kes bûn mêvan.
Ji Fransa, Almanya, Hindistan, Îrlanda, Lubnan, Filistîn, Spanya, Venezuella, Yewnanistan, Belçîka, Arjantîn, Danîmarka, Hollanda li Navenda Çanda Fransiz, Navenda Çanda Ciwanan, li Navenda Çanda Ortakoy û li Navenda Çanda Nazim belgefîlm bê pere hatin nîşandayîn.
***
Nûçeya eleqedar:
- Di 'Xetaya Pergalê' de belgefîlmên kurdan hene