Diyarname
Kralîçeya Britanyaya Yekbûyî Elizabetha 2’yemîn gelek îstatîstîk li dû xwe hiştin û di 96 saliya xwe de li Balmoralê canê xwe ji dest da.
Kralîçe li Brîtanyayê bû kralîçeya herî temendirêj. Di 96 saliya xwe de bû. Qesra Buckinghamê li ser mirina wê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Piştî nîvro kralîçe li Balmoralê di nav aramiyê de canê xwe ji dest da. Kral û Kralîçe dê îşev li Balromalê bimînin û sibê vegerin Londonê. “
Piştî mirina Kralîçe Elizabethê kurê wê Charles dê wekî kralê nû kraliyeta Britanyayê bi rê ve bibe.
Va ne hin îstatîstîkên li ser Kralîçe Elizabeth:
- Roja 21’ê avrêla 1926’an hatiye dinê. Navê wê yê dirêj Elizabeth Alexandra Mary Windsor e.
- Di sala 1947’an de zewicî, 4 zarok anîn dinê. Mêrê wê Prens Philip di sala 2021’ê de mir.
- Di sala 1952’yan de piştî mirina bavê wê ew dibe kralîçe. Lê di sala 1953’yan de bi awayekî fermî tac da serê xwe.
- Ev merasima tacgirtinê televîzyonê bi awayekî yekser weşand û ev yek bû “Yekem weşana merasimê ku televîzyon bi awayekî yekser belav dike.”
- 70 salan li ser kar ma.
- Di dema desthilatdariya xwe de ji Winston Churchill heta Liz Turss peywir da 15 serokwezîrên Îngilistanê.
- Dema hat ser kar li Yekîtiya Sovyetê Josehp Stalih, li DYA’yê Harry Truman li ser kar bû. Dema ew li ser kar bû “Şerê Sar” dest pê kir, dîsa di dema wê de bi dawî bû. Dîsa wê xirabûna Dîwara Berlînê jî dît.
- Li Kanada, Îngilistan, Avustralya, Zelandaya Nû, Karayîp û li Okyanûsa Pasîfîk li gelek welakên biçûk û mezin ew serokdewleta 16 welatan bû. Li van welatan ji dêvla serokdewletê, li ser navê wê walî dihatin peywirdarkirin, lê ji rêvebirinê wêdetir bi awayekî temsîlî ew li wir bûn.
- Li Îngilistanê bû hikumdara herî zêde demek dirêj li ser kar dimîne.
- Di vê serdema kralîçetiya xwe de çû serdana 110 welatan.
- Li Îngilistanê ew tekane kes bû ku destûr jêre hatiye dayîn ku bê ehliyet erebeyê bajo.
- Kraliçe Elizabeth herî dawî du roj berê peywir dasû Serokwezîra Îngilistanê Liz Truss. Ev yek peywira herî dawî bû ku kralîçe bi cih anî bû.