Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Ma Music, KASED, Konservatura Aramê Tîgran û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê çalakiya bîranîna Eyşe Şanê da dest pê kirin. Di beşa îro de lîstika "Ez Eyşe Şan" hat lîstin.
Bîranîna îro li Navenda Çanda Alî Emîrî li dar ket. Lîstika "Ez Eyşe Şan" ku Mîrza Metîn bi rê ve biriye û Berfin Zenderlioglu têde dilîze derket ser dikê. Lîstik li ser jiyana Eyşe Şanê hatiye amadekirin. Zenderlîroglu dema derket ser dikê got, “Ji ber vê lîstikê ez gelek spasiyên xwe ji bo Zeynebê dişînim. Ez îro jî bi lîstika Eyşe Şanê gelek kêfxweş im. Eyşe Şan ji bo min gelek bi qîmet e. Divê em xwedî li hunermendên xwe derkevin.”
Piştî lîstikê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ji bo pîrozbahiyê kulîlk dan Berfîn Zenderlîoglu.
Di çarçoveya çalakiyên bîranîna Eyşe Şanê de sibê saet 13'yan de wê li ser gora Eyşe Şanê bin û paşê saet 18'an de li heman salonê çalakiyên din bidomin.
**
Nûçeya Eleqedar:


