Diyarname
Di 5'emîn salvegera wefata Mehmed Uzun de ew li Amedê û li hin bajarên din hat bibîranîn. Di merasima bîranîna li Amedê de Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş axivî û got ku xaniyê ku şaredarî diyarî Uzun kiribû dê bikin muze.e
Romanivîskarê kurd Mehmed Uzun gelek salên dirêj li Stockholmê jiyabû û piştî ku bi qansêrê ket hatibû Amedê bi cih bûbû lê di 11'yê kewçêrê de jiyana xwe ji dest dabû. Uzun di 5'emîn salvegera wefata xwe de li Amedê li ser gora wî hat bibîranîn.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş di axaftina ku di bîranînê de kir de wisa got: "Mala ku Şaredariya Sûrê diyarî Uzun kiribû emê bikin muze. Bila her kes beşdarî xebatê bibe û keda xwe lê bike."
Piştî axaftinan ûdvan Yervant Bostanci li ser gorê li ûdê da û bi çend zimanan stran got.


