Diyarname
Egîtîm-Sena Amedê li hemberî asîmîlasyonê çalakî li dar xist. Ahmet Turk jî got: "4+4+4 ji bo asîmîlasyonê hatiye çêkirin. Em xebatên xwe, civînên xwe bi kurdî çêbikin."
Egîtîm-Sena Amedê li ber Mêvanxaneya Şaredariyê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Endamê Meclisa Herdemî ya KCD'ê Osman Ozçelik, endamên Platforma Şaxên Amedê yên KESK'ê, rêveberên Kurdî-Der û BDP'ê beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakvanan pankarta "Ji bo asîmîlasyonê na" vekir û diruşma "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" bilind kirin.
Serokê Egîtîm Sena Amedê Kasim Birtek daxuyanî xwend, got ku li gor nirxên hemû mirovahiyê gel bi zimanên xwe yên zikmakî hene û ev zimanê zikmakî ji bo wan gelan tiştek jêvenager e. Birtek wisa dom kir: "Ji ber vê yekê gel ji zimanê xwe yê zikmakî bê dûrxistin û asîmîlekirin wê zilma herî mezin e."
Bîrtek got ku her cure asîmîlasyon li hemberî kurdan tê kirin û got: "Mafê her kes û gelî ye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne. Kurd vê asîmîlasyonê red dikin, û vê perwerdehiya asîmîlasyonîst jî red dikin."
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî got ku ez vê xebata perwerdekarên şoreşger pîroz dikim û wisa got: "Em wekî KCD'ê em perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî sereke dibînin, heta dawî jî têkoşîna ji bo vê emê bidomînin."
Turk got ku pergala 4+4+4 ji bo berdewamkirina asîmîlasyonê pergale zexel e û wisa got: "Em bang li her kesî dikim. Perwerdehî li mal dest pê dike. Xebata xwe, civînên xwe bi kurdî çêbikin. Zimanê me hebûna me, rûmeta me ye."
Osman Ozçelik jî got ku divê her awayî bi kurdî bê axaftin û her kes xwedî lê vê helwestê derê.
****
Ji nav nûçeyan hilbijêrek