QAMIŞLO
Li Qamişloyê bi navê "Bibe dengvedana kêfxweşî û azarê xwe" Kargeha Nivîsandina Şanoyê dest pê kir. Zêdetirî 20 keç û xort beşdarî perwerdehiyê bûn. Kargeh wê 7 rojan bidome.
Komîna Şanoyê ya kantona Cizîrê û Koma Şanoya Çiya bi hev re vê xebatê didomîne. Kargeh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Di kargehê de her roj 2 saet û nîv perwerdehî heye. Beşdarên perwerdeyê ji endamên Komîna Şano ne û hin jî nû tev lê bûne.
Di perwerdê de girîngiya şano, bingehên şanoyê û çawaniya nivîsîna wê tê şîrovekirin.
Piştî perwerde bi dawî bibe, wê kesên perwerdeyê dibînin hin xebatan bidin destpêkirin, lê ew xebat nehatin diyarkirin.


