Diyarname
10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê hepsê li mebûsa BDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel birî. Dadgehê di heman demê de biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê jî ji bo Tuncel girt.
Mebûsa BDP'ê Tuncel li ser cezayê ji bo DÎHA'yê axivî û wisa got: "Ev biryareke siyasî ye. Dewlet hiqûqa neyartiyê li ser dide xebitandin."
Tuncel got ku ev doz bûbû sedem ku ez bêm girtin û piştî mebûsiyê ez hatim berdan ku 5 sal in ev doz wisa disekine, lê piştî ku Serokwezîrê Erdogan got 'Me ji dadgehê re gotiye, tiştên divê dê bikin' dadgehê bilezginî ev biryar da.


