Diyarname
Ji welatên wekî Arjantîn, Guatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Ûrûguay, Kolombiya, Meksîka, Paraguay, Honduras, Nîkaragua, Brezîlya û Ekvatorê 100 jinên aktîvîst, rêberên hin deran û femînîstan nameyeke ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandiye.
Jinan di nameya bi sernavê "Em dixwazin ligel Abdullah Ocalanî hevdîtinê bikin" şandiye de sedema daxwaza hevdîtina ligel Ocalan jî eşkere kirine.
Jinan gotiye fikra wan ew e ku li Rojhilata Navîn û li hemû dinyayê sazkirina aştiyê mecbûrî ye û rola Abdullah Ocalan jî di vir de xwedî cihek girîng e.
Wan di nameya xwe de bal kişandiye ser girîngiya tevgera jinan a kurdan û gotiye, "Ev tevger rola pêşengiyê ya jinan û veguherîna civakî, parastina çavkaniyên xwezayî û parastina xwezsayê wekî perspektîf tîne ba hev. Li ser vê rêyê em dixwazin azadiya Abdullah Ocalan jî bigirin nav ewlehiyê; bi vî awayî ji bo mafê hêviyê jî gav bêne avêtin."


