logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Demîrtaş: Emê bi têkoşînê mafê ziman bi dest bixin

Hevserokê BDP'ê Demirtaş di civîna Koma BDP'ê de ya li meclisê de axivî. Vane gotinên wî:

  • Dîrok: 05/10/2010
  • Beş: Nûçe

Hevserokê BDP'ê Demirtaş di civîna Koma BDP'ê de ya li meclisê de axivî. Vane gotinên wî:

Girtîgeh
- Li girtîgehên Tirkiyeyê rewş gelek nebaş e. Pinpêkirin di asta herî jor de ne. Ji ber ku cih di girtîgehan de nemaye girtî li salon, korîdar û erdê radizên. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Her wiha girtiyên wekî Nûrettîn Soysal, Halît Guneş û gelek girtiyên din li ber mirinê ne. Hemû mafên girtiyan ê civakî, siyasî û nameyan tê astengkirin. Ligel rewşa girtiyan a nexweş, girtiyên rewşa wan giran serbest nayên berdan. Hikumet li şûna rewşa girtiyan baş bike û wan serbest berde ketine nava hewldanên avakirina girtîgehên nû. Li welatekî rewşa demokratikbûna wê girêdayî rewşa girtîgehan e. Rewşa girtîgehan eyneya demokratîkbûna wî welatî ye.

Zimanê zikmakî
- Li hemû welatên pêşketî perwerdehiya zimanê zikmakî tê dayîn. Tenê li Tirkiyeyê, bi tenê bi zimanekî perwerdehî tê dayîn û hemû zimanên din qedexe ne. Ev yek asta demokratîkbûna Tirkiyeyê nîşan dide. Serokwezîr Erdogan dibêje 'ji bo perwerdehiya ziman tiştekî ji min nexwazin' Raste em ji xwe tiştekî ji wî hêvî nakin ku em tiştekî ji wî bixwazin. Em dê bi gelê Tirkiyeyê re vê pirsgirêka perwerdehiyê çareser bikin. Em dê bi têkoşîna xwe ya demokratîk vî mafî bi dest bixin. Tu hêvî û bendewariyên me ji vê feraseta statukoparêz tune. Ev pirsgirêka gelê Tirkiyeyê ye.

Boykot
- BDP'ê li herêmê di biryara boykotê de piştgiriyek mezin girt. Gel, piştgiriya xwe ya boykotê û daxwaza makeqanûnek nû di sindoqan de da nîşan. Li bajarê herêmê gel helseta xwe ya li dijî hikûmetê û makeqanûna antîdemokratîk bi awayekî zelal da nîşan û diyar kir ku ew makeqanûnek ku mafê gelê kurd diparêze dixwaze. Bi vê helwesta gel rê li pêşiya niqaşên nû yên makeqanûna demokratîk hate vekirin. Gel diyar kir ku ev makeqanûn ne demokratîk e û mafê wan nayê parasitn."

Bendava hilbijartinê
- Di pêşiya me de hilbijartin heye. Tenê li Tirkiyeyê bendava hilbijaritnê heye. Ev bendav li dijî demokrasiyê ye. Ji ber bendava hilbijartinê heye vîna gel naveke meclisê. Divê hemû partiyên siyasî li hemberî vê bendava hilbijartinê derkevin. Bendava hilbijartinê ne tenê pirsgirêka partiya me tenê ye. Pirsgirêka hemû partiyên siyasî ye. Divê em vê yekê bi hev re çareser bikin.

Operasyonê li dijî BDP'ê
- Li aliyekî ji ber em siyasetê dikin cezayê pereyan li me dibirin. Li aliyê din li ser navê "Operasyona KCK'ê" bi ser malên rêveberên me û partiyên me de digirin. Hevelên me binçav dikin û digirin. Çend roj berê li Rihayê nêzî 30 hevalên me binçavkirin û ligel hevserokên Rêxistina me ya Rihayê 8 kes girtin. Ev girtin siyasî ye û dijhiqûqî ye. Li ser agahiyên derewîn û ne rast hatin girtin. Hincet jî meşê dide nîşandan. Meş mafekî herî demokratîk e. Ger ku ev yek sûc be em dê heta dawî vî sûcî bikim.

Bangek ji bo RTUK'ê
Di TRT û di hin televîzyonê alîgirê hikumetê de rêzefîlmên wekî "Sakarya Firat", "Olumsuz Kahramanlar", "Tek Turkiye", "Kurtlar Vadisi" hene, bi van ne mimkûn e çanda biratiyê pêş bikeve. RTUK divê li ser wan rola xwe bîne cih. Hemwelatiyên ku ji van aciz in jî divê gilî bikin. Yên ku ji ber stranên bi kurdî ceza li radyo û tv'yan dibirin van çima nabînin?

Zagona bingehîn a nû
Ji bo zagona bingehîn Erdogan tiştek dibêje, Kiliçdaroglu tiştek dibêje. Di vî warî de em wekî partî xebata xwe didomînin, ji aliyê din ji bo platforma zagona bingehîn a demokratîk û sivîl çêbibe emê amade ne ku piştgiriyê bidir. Ji bilî rêbazeke wisa zagoneke bingehîn a nû ji dêvla zagona leşkena wê bibe zagona kesên ji burokratiyê tên.



 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser vîrusê çend agahiyên nexweş

ad

Dosyayek balkêş 'Antî Kurdolojî'

ad

Pêşbaziya Helbesta Kurdî ya Ciwanan dest pê kir

ad

Danberheva Messi – Ronaldo

ad

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

ad

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname