Diyarname
Bob Dylan di 24'ê gulana 1941'ê de li Minnesota ya DYA'yê hatiye dinê. Gelek stranên wî yên li seranserê dinyayê belav bûne yên wekî "Mr. Tambourine Man", "All Along the Watchtower", "Like a Rolling Stone" hene.
Navê wî yê rastîn "Robert Allen Zimmerman" e. Ji sala 1962'yan ve heta niha bi temamî 69 albumên wî hatine weşandin. Bi van albuman heta niha 11 caran Xelata Grammy girtiye. Û bi strana "Things Have Changed" jî Xelata Oscarê girtiye. Niha em vê strana Bob Dylan wekî klîba hefteyê pêşkêşî we dikin.
Ji bo çi îro û Bob Dylan? Ji ber ku îsal Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan wî. Sekretera Herdemî ya Akademiya Nobelê ya Swêdê Sara Danius piştî eşkerekirina navê Dylan bersiva rojnamegeran da. Li ser pirsa "Bi rastî Bob Dylan heq dikir?" wisa bersiv daye: "Bi rastî jî Bob Dylan xelat heq kiriye. Jixwe wî xelat girtiye jî."
Dylan nûnerê "Nifşa Beat" a ku di salên 1960'î de li DYA'yê wekî nişfê muxalif, helbestvan derket holê ye.
Fermo strana ku wê Oscar jî girtibû, ""Things Have Changed":