Diyarname
Anîmasyonê bi navê "Sansur" ê karîkaturîst Tan Oral ku di sala 1970'ê de amade kiribû yekemîn car îsal di 49'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê de dê bê nîşandayîn.
Festîval îsal di navbera 6-12'yê meha rezberê de li dar dikeve. Yek ji surprîzên festîvalê îsal "Sansur" e. Anîmasyonê bi navêSansur ê karîkaturîst Tan Oral dê bê nîşandayîn.
Di sala 1970'ê de TRT'ê Pêşbaziya Çand, Zanisk û Hunerê li dar xist. Anîmasyonê Oral di beşa 16 mîlîmetre de xelat girt lê paşê nehat nîşandayîn. Û anîmasyonê di fortama xêzefîlm de niha dê di festîvalê de yekem car bê nîşandayîn.