Diyarname
Mijar li ser Şirnex û Culemêrgê li dar e lê hikuket 6 jê navçeyên kurdan bi giştî dixwaze 38 navçeyan bike bajar.
Van deman hikumeta AKP'ê li Tirkiyeyê dest diavêje her tiştî, dike ku her tiştî bixe şiklek din. Pêre jî "Torba Yasa" (Zagonên gelek pêşniyar têde) û "KHK'ê" (Biryarnameyê di Hukmên Zagonê de) derdixe. Di "Torba Yasa"ya pêşkêşî meclisê kiriye de dixwaze bajarîbûna Culemêrgê betal bike wê bike navçe û ji dêvla wê navçeya wê Geverê bike bajar. Her wiha bi heman awayî dixwaze Şirnexê bike navçeyû Cizîrdê ji dêvla wê bike bajêr. Ev yek derket holê û li ser vê nîqaş çêbûn, lê niha tiştek din derke holê ku AKP dixwaze 38 navçeyan bike bajêr.
Li gorî nûçeya Sabahê (ku ev rojname wekî berdevkê hikumetê tevdigere) bi giştî 38 navçe hene ku dixwazin bikin bajar. Di nav van de ji birî Cizîr û Geverê ev navçeyên kurdan jî hene: Elbistan (Mereş), Erdîş (Wan), Kolik (Semsûr), Melezgir (Mûş), Midyad (Mêrdîn), Erxenî (Amed) û Sêwreg (Riha).