Diyarname
Di vê serdema ku mirov ji ber vîrusa koronayê ji malên xwe dernakevin de hemû çalakî û xebat hatine rawestandin. Komeleya Lêkolînên Kurdî ku berî vê serdema li komeleyê dersên bi kurdî didan, bi vê serdemê re ders jî rawestiyan. Komeleyê niha biryar daye ku dê wekî online dersên bi kurdî bide.
Li gor daxuyaniya ku Komeleya Lêkolînên Kurdî belav kiriye ji 15'ê avrêlê/nîsanê û pê ve bi awayekî online dersên kurdî bike dest pê kirin. Komeleyê wisa gotiye: "Kesên ku dixwazin hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin û kurdiya xwe bi pêş ve bibin, dikarin beşdarî van waneyan bibin. Piştî temamkirina waneyan, êdî hûn pir bi rehetî dikarin kurdî bixwînin û binivîsin.
Ji bo beşdarbûnê tijîkirina vê formê û barkirina bernameya Zoomê li telefon yan jî kompîtera xwe bes e, tiştekî din lazim nake. Piştî ku we ev forma tijî kir, em ê têkilîyê bi we re daynin.
Komeleyê ragihandiye ku dersên kurdî (kurmancî/kirmanckî) dê nava hefteyê her roj di navbera saetên 19:00 - 21:00'an de li ser bernameya ZOOM'ê li dar bikevin, lê beşdar kîjan rojî bixwazin beşdar bibin berê de dê diyar bikin û bername li gor vê yekê dê bê sazkirin.
Ji bo formê bitikînin:
-KOMELEYA LÊKOLÎNÊN KURDÎ-FORMA DERSAN


