logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

'Zemanekî li sê welatan'

  • Dîrok: 03/04/2025
  • Beş: Serbest

___Zekî Akdag___

“Nalet anî li wî sînorî ku di nav ruhê mirov re diçû û hemû hest û neyt dikirin du perçe...”
Di romana Ciwanmerd Kulek ya bi navê “Zemanekî Li Sê Welatan” de serdema herba mezin, şerê mîr û begên kurdan ên li dijî hev û li dijî siltanê romê û avakirina dewleteke nû de şopa rev û serpêhatiyên xwîniyên qaçax ên ku hesreta vegerê dikişînin gav bi gav, kêlî bi kêlî bi awayekî gelek hûrgilî hatiye sêwirandin. Û di heman demê di herikîna romanê de nivîskar rewşa siyasî û civakî, kodên kulturî, derûniya kesan bi tarzeke postmodern û cuda, ango wekî nexşeyeke ku nû hatibe xêzkirin raberî xwîner dike. Jixwe di romanê de dîrok diguhere, nexşe diguherin û dewlet diguherin. Bûyer û herikîna romanê bi hostatiyeke ku xwîner naêşîne bi awayekî akronîk hatine nivîsîn. Roman ji serî heta dawiyê rist bi rist, peyv bi peyv bi hev ve girêdayiye. Ji lewre xwendina wê divê ku bi baldariyeke mezin were kirin.

“Digot mirov li nav xerîban bêriya dijminê xwe jî dike.”
Carinan roman di hin bûyer û kêliyan de bandoreke giran li hestên merivan dike. Nexasim hemû serpêhatiyên Gulê û Nûra melayket a ku li çolê, di nava sir û seqema zivistanê de bi tenê tê berdan xwîner dike hemxemê Gulê, dilê xwendevan diêşîne, zîz dike. Di vir de mirov dibîne ku Şakiro her çiqas mexdûrekî kevneşopiyên civakê ye, ew qas jî yekî bêwijdan û bêbext e. 

“... ez heqê xwe ti carî li te helal nakim, Şakiro. Li ser wê berfê, li wê bestê, xwe li erdê xistibû. Ne li vê dinyayê, ne li ya dî, helal nakim.”
Gava mirov romanê dixwîne dibîne ku; ne bi zimanekî hişk û sar, yan jî zimanekî di bin sînorên standartbûnê de hatiye sînorkirin hatiyê nivîsîn. Bi zimanekî xwerû û hêsan ê ku bi formên cuda û yên ku em pir di nivîsa bakur de rastê nehatine hatiye nivîsîn. Bi ya min awayê sazkirina hevokan berê kurmanciya bakur ya nivîskî gelek firehtir kiriye. Yanê bi şêwaza xwe romaneke gelek serkeftî ya modern a kurdî ye.

“...Pir dûre pê hesiyabû ku mirin ne şiklekî veşartinê ye, lê çerxeke windakirinê ye.”
Roman bi taybetî di xalên wekî; bêbextî, kuştin, veger, rev, qaçaxî, hesret, şer û îxanet, serhildan û azadî, derûnî û hestan de rewşa kurdan a sed salî berê ya ku ji ya a niha jî pir ne cudatir e derdikeve pêş an jî van xalan bi awayên derb li gorî rewşa civak û erdnîgariyê pêşkêşî xwendevanan dike. Seranserê romanê bi van hestan û yên dîtir mirov dixe nava asoya xwe. Gava mirov navberê dide xwendina wê yan jî diqedîne jî roman di hişê xwîner de bandoreke demdirêj dike, ango wekî ku di hişê mirov de hîn zindî be xwe dide hîskirin. 
“Pir tê re neçû, bi ber ket ku veger bi qandî revê ne hêsan e.”


Zemanekî Li Sê Welatan / Ciwanmerd Kulek / Weşanên Pall / Roman / 392 rûpel / 2025

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaşika mele, şanenavê Dr.

ad

Tîmên sporê piştgirî dan Hevşaredaran

ad

Vane agahiyên li ser anketa dawî

ad

Almanya di fûara pirtûkan de dê piştgiriya nivîskaran bike

ad

Me îsal çi kir?

ad

Tûrneya ‘Bûka Lekî’ dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname