Þaþika mele, þanenavê Dr.
Eger þaþika mele û þanenavê Dr. li ser serî û pêþ navên kesên hêjayê van pîleyê ne, be; bi wate ye. Lê gava ku tênegihîþtî van werbigire, kareset e.
Þaþik girêdaneke seriyan e. Bi giranî mele û seyda didin serê xwe. Lê her kesên ku þaþik dide serê xwe jî, ne mele ne. Bi dehan mele û seydayên þehîd ên wekî Ehmedê Xanî þaþik bi nûr û gorbihuþt hene. Li gel wan pîrozweran, meleyên bi þaþik ên ji rastiya baweriyê dûr ên bê îman jî di piyasê de mil li ba dikin. Yên ku civakan wekî van minafiqan diherimînin, tovên cehalet û fesadiyê direþînin jî, ne kêm in. Ji wê, huner ne di þaþikê de, di rastiya kesê ku wê dide serê xwe de ye.
Kulik, þanenav yan jî bereyê Dr. jî diþibe þaþika mele. Ango kesên ku bi rastî jî layîqê wî kulikî ne, hene, lê kesên ku ne hêjayê wî kulikî ne jî, ketine piyaseyê. Bêguman kesên ku bi sextekarî, têkilî û bi pereyan ev þanenavê Dr. kirîne jî, bê hêjmar in. Wekî mînak li welatekî wekî Almanyayê bi sedan þanenavên Dr, bi pereyan hatine firotin. Dîsa wezîrê wan ê parastinê ji ber sextekariya qopîkirinê ew þanenavê Dr. wenda kir. Îro li Tirkiyê bi sedan kesên ku bi þanenavê Dr. yê ji rastiya wî þanenavê dûr, bi dek û dolabên osmaniyên nû bidestxistî û di piyaseya derewan de bîrdoz û têzên sextekariyê diafirînin, bi vê kirina xwe her der lewitandine, mêjî tevlihev kirine, hene.
Dibe, kesekî/e li ser xebat û angaþta ji bo xebata doktorayê amadekirî ev þanenav wergirtibe, lê ev nayê wê wateyê ku ew kes bi rastî jî hêjayê wê pîleyî ye. Ew þanenav berî her tiþtî têgihîþtin û kemilandinê dixwaze. Wiha yekî/e ev þanenav ji ber têza xwe ya li ser romana alman, swêd û fransî jî wergirtibe, vê rastiyê naguherîne.
Rûspî û seydayên me kurdan tiþtên wiha bi hin çîrok û mînakên balkêþ yan jî þibandinan zelal dikin. Ezê jî li vir serî li vê azînê bidim:
Dibêjin; gelek dem berê padîþahekî bêdûnde hebûye. Ew biryar dide ku dema mir, pisika wî di cihê wî de li ser paytexê padîþahiyê rûne. Ji wê, di cihanê de çi kesên ku ajalan perwerde dikin hene, dicivîne. Pisika xwe baþ dide perwerdekirin. Di encamê de þanenavê “Seyda Piþîle” li pisikê dike. Padîþa rojekê bang wezîrên xwe dike û ji wan re dibêje: “Ezê sibê Seyda Piþîle li ser textê padiþahiyê bidim rûniþtin, divê hûn ji fermana wî re amade bin û serî biçemînin!”
Wezîrekî li dij derdikeve û dibêje: “Padîþahê min ew pisîk e. Ew nikane wî erkî werbigire!”
Padîþah diqehire û dibêje: Tu yê sibe bibînî. Eger ew bêkêmasî erkê padîþahiyê pêkbîne, ezê serê te lê bixim! Dema pêk jî neyne, ezê te bibexþînim!”
Wezîr bi wê tirsa mirinê diçe malê, miþkek digire, dike qutiyekê biçûk û dike bêrîka xwe. Dema roja din padîþah Seyda Piþîleyî li ser textê padiþahiyê dide rûniþtin, pisik bi newkînê dest bi fermandayînê dike. Di wê kêliyê de wezîr miþk ji qutîka xwe derdixe û berdide rasteya qesrê. Çawa çavên Seyda Piþîlê li miþk dikeve, tac û macê davêje û serî dide ser miþk.
Rastî ev e. Dema mirov negihîþtibe pileya kemilandin û têgihîþtinê, tanca (ajo / instinkt) nezanînê ji serxwe neavêtibe, þanenav jî tu sûdê nade. Mirov di bin wî navî de hê zêdetir ser û çavên xwe dilewitîne.
Þanenava Dr. tu mafî nade kesekî ku ew li kesayetiyên din çêr û heqaretan bike, mirovan piçûk bibîne. Her tiþtî rast, nerast rexne bike. Wê þanenava xwe ya Dr. wekî þûrê Demokles li ser her tiþtî re bihejîne. Ew kesê xwediyê þanenavê Dr. ji bo çend quriþ-û-navgirtinê, li bajarekî kurdan di bin ala tirkan de bejna xwe jî li ba bike, ev mafê wî yê xwe li ser lûtkeya Everestê dîtinê, tune.
Li aliyê din, divê kesên xwedanê þaþika meletî û þanenavê Dr. di têgihîþtina erkê xwe yê ronakbîrî de jî be. Ev têgihîþtin nayê wê wateyê ku ew di navbera dijmin û hêzên gelê xwe de li ser bendê balansa cambaziyê bilîze. Rastiya ronakbîrî li cem gelê xwe cih girtine.
Dema mirov teknîkê rast bikarbîne, teknîk dibe tiþteke baþ, dikeve xizmeta mirovahiyê û her kes dikane jê sûd werbigire. Lê gelek mixabin ku hin kes û komik, teknîkê ji bo hestên xwe yên di nava rik û daxesiya feodalî de xeniqî, bi kar tînin. Wekî mînak gelek derdoran derfetên înternet dide, ne ji bo yekîtî û berjewendiyên gelê kurd, ji bo xizmeta þerê qirêj û taybet anîn û bikartînin. Min gelek caran navên wan derdorên fêlxirab dane.
Facebook jî derfeteke teknîkî derxistiye pêþ me. Lê gelek mixabin ku hin der û doran, çi kesên sade û çi kesên bi þanenavê Dr. Facebookê guherandine cihê galgalên ser tendûran. Bi taybetî jî, hin kesên qaþo bi þanenavê Dr. dixebitin ku bi wê þanenava xwe li ser tendûra Facebookê serên hin kesên bêhay tevlihev bikin. Heman tiþtî hin kesên navên niskarî, rexnegirî, pisporî ûhwd. li xwe kirine jî dikin.
Hêviya min ew e ku berî her kesî kurd di rastiya vê þiroveya nîvco de carê li rastiya piyaseya îroyîn ya vê teknîka ragihandinê binêre û ne bi niskarî, rexnegirî, pisporî, þanenavên Dr. yên dijmin û ne jî bi þanenavê Dr. di nava galgalên tendûra Facebookê de têkçûyî, ne jî bi þasikên meleyên di xizmeta dijmin de bixapin.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Þerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifþê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan