Diyarname
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji ber ku li Tirkiyeyê careke din Youtube hat qedexekirin daxuyaniyeke weşand got: "Îro li dor 5 hezar malperên înternetê hene ku hatine girtin. Dawî li sansura li ser înternetê bînin."
RSF ku navenda wê li Parîsê ye li ser careke din girtina Youtube got ku edaleta tirk ji refleksa sansura xwe ya hov tiştekî winda nekiriye.


