Diyarname
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Cenevreya Swîsreyê bi awayekî fermî nûneriya xwe vekir.
Di merasima vekirina nûneriyê de Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Abdulselah Mistefa, Berdevkê Nûneriyê Hîkmet Îbrahîm amade bûn û komek kesên din amade bûn.
Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di merasimê de axivî û got ku vekirina vê nûneriyê dê têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Swîsreyê de xurt bike.
(Foto ji hesabê NORTH PRESS AGENCY hatine girtin)