Ji bo guhdarîkirinê:
___Bawer Yoyler___
Piştî dest avêt qutiya cixareya xwe ya findoqekî derê qutiya rizî û jihevdeketî bi carekî ve wekî ku ji xwediyê xwe hêrs bûbe vebû. Pêra hinek titûna semsûrê jê rijîya ser maseya wî. Pela ku di destê wî de jî her wekî pêra dipeyîvî.. Dibêje:
- Wan rojan xortekî danasîna pirtûkekî dikir. Wê canikê di girtîgehê de li ser pelê cixareyê helbest nivîsîne û ev pirtûk jî ji wê kedê hatiye...
Baran dîsa difikire. Wekî kurtefîlmê bîst deqeyî “Ax” ê ku Kazim Oz derhênirîya wî kiribû; lîstikvanê bi navê Zelo dîsa hat ber çavê wî; ew gund û ew xan û man, ew hirîşo û jinên li ber çem beravê dikirin.
Ew gundiyên ku koç dikirin bi dengê dîkên misrê re, ew Zeloyê seyê wî jî hatibû kuştin û bi wê xemgîniyê ve bi tenê mabû hemû tiştî ji nû ve xeyal dikir û pêra serê xwe dihejand.
Baran jî wekî Zelo serê xwe hejand û ew pela cixarê qederek ma di destê wî de. Hêdîka pela titûnê danî qutiyê, deriyê qutiyê girt û derbasî metbaxê bû...
Baran li wir rahişt şûşeya avê, du şûşe av vexwar û hat dîsa li dewsa xwe rûnişt. Pêl bişkoka kompîturê kir, guhê xwe da stranê û hunermend jêre stranên baş lêdidin...
Wekî Brader dibêje dema tu dikenî û hinek bêhna wî dertê ew paşê dest bi xwendina helbestekî Ebdullah Peşêw dike.....
Helbest
-----------
Min bike hembêza xwe
Min hembêzke hêviyam daxwazam
ew hembêz bo min landika miradê ye
min bilorîne heta ku li ba te me
ku mestiya rastiya min tenê ew kêlî ye.
Paşê dibêje: Bi xwendinê re dîmenê Ebdullah Peşêw hat ber çavên min sekinî wekî em bi hev re helbestê dubare dixwînin û têgehîştim dawiya vê lêgerînê ku min jî di bêdengiya xwe ya Charlî'yane de dilê xwe bi hembêzkirina stran û helbestê germ kir û digel hemû xemgîniyan jî hêviyên sebir bilind xwe di nav dilê wî de bi cîh dikirin..


