Amed
19'ê mehê êvarê bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd a navenda wê li Kayapinara Amedê ye de girtin. Di serdegirtinê de polîsan dest danîn ser 150 pirtûkan û hezar û 500 hejmarên rojnameyan. Lê ya balkêş ew e piştî vê bi rojek polîsan gotiye me bi ser de negirtiye.
EMNIYET Û WALÎTÎ QEBÛL NEKIR
Komeleyê duh daxuyaniyeke wisa belav, "Ne midûriyeta polîsan, ne şaxên wê û ne jî walîtiyê li xwe mikur nehatin û îdîa kirin ku neavêtine ser komeleyê. Ji vê jî diyar dibe ku ya hatiye kirin bi awayekî 'korsan' hatiye kirin. Loma em ê sibê gilî bikin û saet di 12'ê de li ÎHD daxuyaniyê bidin"
MEBÛSÊ DEM PARTÎ JI WEZÎR PIRSÎ
Mebûsê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren ji bo Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê bersivê bide serî li Meclisê da û jê pirsî, "Çima bi ser komeleyê de girtine, ev bi ser de girtin li gor biryarê hiqûqê hatiye cih anîn yan na?"
PERÎNÇEK: 'KÎ BI SER KOMELEYÊ DE GIRTIYE?'
Û îro; Nûner û rêveberên Komeleya Wejekarên Kurd li ser meseleyê li Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da û gilî kir.
Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mîhdî Perînçek got: “Di 19 rêbendanê de bi ser komeleyê de girtin. Gelek pirtûk û rojname desteser kirin. Dema ku bi ser komeleyê de girtin tu agahî jî nedane hevserokê komeleyê. Em dû re cûn li midûriyeta polîsan. Lê emnîyetê got ‘Agahiya me tunne ye’. Em tiştekî nizanin û em şandin TEMê. Dema em çûn TEMê, wan jî got ‘Agahiya me tune ye’. Em li vir dipirsim. Kê ev sergirtina aqûbeta vê ne diyar pêk anî. Armanca wan çi ye? Êdî ji vir û şûn de çi bê serê komeleya wejekarên kurd perpisiyar midûriyeta emnîyetê ye.”
FÎDAN: HEWL DIDIN SAZIYÊN ME KRÎMÎNALÎZE BIKIN
Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fîdan li vir diyar kir ku bi aveyekî korsanî bi ser komeleyê de girtine û got: “Hewl didin ku saziyên me yên sîvîl krîmînalîze bikin. Bi vî avayî êrîşên ziman û wêjeya kurdî dikin. Em wan êrişên hovane qebûl nakin.”
***
Nûçeya Eleqedar:


