Diyarname
Di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê yên zêdekirina kadroyên tibî û avahiyên tenduristiyê de û ji bo sivikkirina zextê li ser Nexweşxaneya Gel a Hesekê û sivikkirina barê şêniyan, Nexweşxaneya Zarokan hat vekirin.
Di vekirina nexweşxaneyê de hevserokên Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê, endamên Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê û kadroyên tibî yên Nexweşxaneya Gel beşdar bûn.
Di merasîma vekirinê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Memo Xelîl axivî û got: "Me îro Nexweşxaneya Zarokan vekir. Ev navend berê wekî navendeke lezgîn bi navê Luilui bû. Piştre me ji bo zarokan kir nexweşane. Di nexweşxaneyê de tevahî alav hene û 24 saetan di xizmetê de ye."
Her wiha cîgira Kar û Barên Rêveberî ya Gerînendetiya Tenduristiyê Medya Dawûd axivî û got: "Ji bo projeya pêşerojê ya gerînendetiyê û Desteya Tenduristiyê beşek taybet ji welidandinê (beşa zayînê) were vekirin."
Di nexweşxaneyê de kadroyên tibî û hemşîre û 15 dayîngehên ji bo pitikan hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê beşa lezgîn a Nexweşxaneya Zarokan 24 saetan nexweşxan pêşwazî bikin.



