Ez ê kurd û ew ê tirk
Welat Dilken
Hê berî destpêka bernameyê bû, nav ne girîng e, li bajarekî Kurdistanê ez û ew ê tirk, em ê bi hev re beþdarî gotûbêj û bernameya helbestxwendinê bibûna. Ji adetê ye, berî her bernameya wêjeyî axavtvan, wêjevanên qiseker dem û kêliyekê bi hev re diborînin. Ku dem hebe, ew saetekê yan çend deqeyan bi hev re dipeyvin; þûrê zanîna xwe ji hev re dikþînin, fors û fortên xwe wekî kevirên zarokên kurdan bi ser hev de dibarînin.
Ez carekê mêvan ew camêr du caran mêvan bû, ji lew, min bêhtir rê dida wî, guhdariya wî dikir. Ew ê ku nedianî hiþê xwe, ku wekî ji civakek serdest û ji dewleteke dagirker ji bo çalakiyeke helbestî hatiye vexwendin bo koloniyekê, her serê du peyvan gotineka wî peyva “heval’an” bû; hevalan filan salê ez bi darê zorê kirim namzedê þaredariya filan bajarî, hevalan digotin em ê te bikin wezîrê çandê ya Kurdistana rizgarbûyî, hevaller’an digotin divê îlam tu di rojnameya me de bibî qunciknivîskar. Hevalan wiha digot, wisa dixwestin, tika dikirin, ji min diþiwêrîn, filan û bêvan... Ango, ji haziran ne zêdetir, xwe wekî dost û dildarekî kurdan dipesand, belkî jî wisa bû!.
Ji sed û pêncî kesên ku hatibûn guhdariya gotûbêjê û xwendina helbestan, jê 5-10 kes yê min ê din, ku ji bo wî hatibûn jî, ku ez ê 5-10 kesên xwe naguherînim bi sedê wî jî, diyar û eþkere bû, kurdî û kurmanciya min a kolonî li kêleka menûya sereke þorbenîsk bû. Xem nake, xem nekir, li welatê min þorbeya ji nîskên deþta Semsûrê, jixwe li ser her sifreya welatiyên min ên rencber herdem bûye menûya sereke.
Ew sed û pêncî kesên hatibûn, ku tîbûna xwe bi newaya helbestê biþkînin, wekî zarokên serdema niha ku tîna xwe bi Coca Colayê diþkînin, bêhtir devê xwe ta ban ji wê newa, ziman û Coleyê re vedikirin. Lê ez, ez ê ku ji kaniya kurdî-kurmancî hê av bûm, zipî zelal av diherikîm, ji kaniyên spî yên di bin zinar, ber refan, ji qulzeman, ku bihost bi bihost di her bihosta vê xakê de der dibûm, ku tehmeke resen bim jî, ku li ser lêvên xanimên beþdar ên wekî pelgên cixarê tenik, wekî liba hinarikê sorxwînî bêhtirîn tehmê bihêlim jî, li welatê min ew ê mêvan li ser destan, li ber perên esmên ba bi gewdeyê zimanê xwe dixist û bi bayê wî civata hazir pê germahiya havînê ya li ser enî û sîng hêniktir dikir. Ez ê ku li welatê xwe li koloniya wî, biyanî dihatim hesêb, divê ez bizanibim, di vê serdemê de ku ji bo nifþên nû vexwarina sereke Cola be jî, lê ya ku min pêþkeþî tîbûna wan dikir av bû...
Jê haydar bûm, wekî cudabûna zimanê min û wî, tehma ava min û wî jî cihê çêj bû... Bêguman, ên ku ji bo vexwarina ava kurdî-kurmancî hatibûn serê kaniyê ku ji yên ji bo Colayê hatibûn kêmtir bin jî, ku qasî tiliyên du destan, belkî hê kêmtir bin jî, ew dik, ew hêwan a axa kurdî-kurmancî, dê rojekê miþt tije bi tilîlî û çepikan helbest, wêje û hunera kurdî hembêz bike-bikin.
Û piþtî bernameyê ez bi çepikên 5-10 destan ew bi yên ji sedî zêdetir... ji adetê, digel mazûbanan ve me berê xwe da xwarinê. Camêrê ku dê rojekê bûbûya wezîrê çandê yê Kurdistana serbixwe, wekî mîrên berê berê xwe da jora odeyê li quncê nerm û germ rûniþt û wekî sohbeta berî bernameyê, piþtî bernameyê jî behsa dostanî, biratî û hevaltiya xwe ya bi kurdan re dikir û çend gotinên din jî lê zêde kirin; Yunus Emer bapîrê min, Karacaoglan kalê min, Nazim bavê min, nizanim kî apê min, kî xalê min... û wekî helbestkar ez þagirtê wan im. Wisa bû, ew helbestkar bû, ji vê yekê re qet “na” ya min tunê, lê!...
Çendîn mixabin, ew ê ku dê rojekê bûbûya wezîrê çandê yê welatê Uryan, Batê, Cizîrî, Feqî, Xanî, Koyî, Axtepî, Cegerxwîn, O Sebrî, Arî û Bêkes, ku yek ji van jî, qet ne zirbirayê wî jî bû???. Lê ew ê bûbûya wezîrê çanda wan!!!
Nizanim çima wisa dikin, ew çi hiþmendî ye... qey navika kurdî û tirkî bi hev re hatiye birîn, ku wekî “meze” kurdî didin kêleka tirkî!.
Ku hûn bêjin enternasyonalîzm e, ez ê bêjim entegrasiyon e. Ku hûn bêjin pirçandî ye, ez ê bêjim asîmîlasyon e. Ku hûn bêjin rûmetdar kirin e, ez ê bêjim biçûk dîtina-xistina kurdî ye.
Ne pêþbirkeke navnetewî ye, ne fêstîval e. Tê nagihîjim, çima ne kurdî bi kurdî, lê bi tirkî kurdî çalakiyên hunerî-wêjeyî têne li dar xistin... Eger pêdivî pê hebe, helbest hez helbesta tirkî binasin û guhdariya helbestkarekî tirkî bikin, ma hinan kevir daniye ber geverê? Yan hevrûkirina helbest û helbestkarê kurdî û tirkî tiþtekî li helbestkar, helbest û zimanê kurdî zêde dike?. Yan helbestkarê kurd ji bo bernameyên rojavayê Torosan pir hatine vexwendin em naxwazin di bin qenciya camêran de bimînin!. Gelo þik heye, ku 1-2-3 helbestkarên kurd dê nikaribin li ser sahneyekê rûnin...? Nexwe, helbestkarê kurd ê ku xwedî kevneþopî û dîrokeke helbestî ya hezar salî ye, di hiþ û çavên hinan de hê zaroyê duhî ye!?. Qey pêdiviya kurdî, kurdan, helbestkar û helbesta kurdî hê bi tirkî heye??? Ma bêyî tirkî aþê zimanê me nagere?.
Gotina rehmetî Arjen Arî, ku di sohbetekê de bi ber guhê min ketibû bibîra tînim, “min digo qey ez jî þair im”...!?
welatdilken@hotmail.com
***
Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Pênûs
- Hêza wêjeyê û nasname
- Sedemên nivîsînê kelecanên nivîskêr
- Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar
- Carinan helbest jî têre nake
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî