Diyarname
Di Dora 4'an a Kûpaya Tirkiyeyê de îro li Bursayê maça Bursaspor û Vansporê hebû. Vanê bi penaltiyan zora Bursayê bir û derbasî Dora 5'an bû.
Nîveka yekem a maçê bi 0-0 bi dawî bû. Di nîveka duyemîn, deqîqeya 65'an de bi gola Bariş Dalkiran Bursa bi 1-0 derket pêş. Piştî vê bi 3 deqîqeyan Vanê bi Harun Kavaklidere bersiv da. Dûre di 74'an de Batuhan Kor li sehayê bû û Vanspor bi 2-1 derket pêş. Bursayê di deqîqeya 89'an de bi Ahmet Ilhan Ozbekî got, "ez heme": 2-2.
Maç bi vî awayî bi dawî bû. Di 30 deqeyên zêdek de jî encam neguherî û maç çû penaltiyan. Vanspor bi 7-6 bi penaltiyan bi ser ket.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Amedspor di kûpayê de bi ser ket
- Mûşsporê tîma Îdirê şand mal
- Kûpa: Reqîbên Amed, Batman, Vanspor û tîmên din ên kurdan diyar bûn
- Batman Petrol li Edîrneyê bi ser ket
- Mûş û Elezîz bi ser ketin, Agirî, Ş.Urfa û Viranşehir têk çûn
- Mardînê li Enqereyê winda kir
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Diyarbekirspor ji sehayê vekişiya, maç betal bû


