Diyarname
Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê heta 28'ê mehê didome. Di festîvalê de yek metrajdirêje, yek kurtefîlm du fîlmên bi kurdî hene.
'DEMO KE PELÊ GOZAN BENÎ ZER'
Fîlmê derhêner Mehmet Ali Konar ê bi navê "Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer" di festîvalê de beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj de ye. Konar di vî fîlmî de pirsgirêkê polîtîk tîne ziman. Bavekî bi navê Ciwan ku bi nexweşiya mirinê ketiye, ji bo kurê xwe Feyzî qala serqêhatiyan dike; di navbera du aliyên polîtîk de dimîne.
Fîlmê ku heta niha li hin festîvalên navneteweyî hatiye nîşandayîn, di vê festîvalê de 23'yê mehe hat nîşandayîn û roja 24'ê mehê jî saet 16.30 de li Kadikoy Sînemasi tê nîşandayîn.
KUNYE:
Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer
Derhêner-Senaryo Mehmet Ali Konar
Derhênerê Dîmenê: Dilşad Canan
Vesazkirin: Naim Kanat
Lîstikvan: Korkmaz Aslan, Muhammed Feyzi Konar, Heval Naif, Canan Urekil, Atiye Ozdil, Eda Ozdemir, Ekrem Bozgul, Alişan Onlu
DCP / Rengîn / 100 deqe, 2024
Ziman: Kurdî
'MORÎ'
"Morî" navê kurtefîlmê Yakup Tekintangaç e. Kurtefîlm di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a fesTîvalê de ye. Ji bavê Morî ji bo wê tenê kaseta dengtomarkirî ya çîrokan maye. Morî carinan li van çîrokan fuhdarî dike. Rojekî mamosteyek nû tê dibistanê û Morî dibêje qey ew bavê wê ye. Ji ber vê yekê têkiliyeke hestiyar di navbera wan de dertê holê.
Kurtefîlm rojên 26 û 27'ê mehê di nav "Beşa Kurtefîlman 1" de dikare bê temaşekirin.