Diyarname
Kovara îngilîz The Ekonomîstê ji bo sala 2025'an gelek texmînên balkêş kirin ku di nav van de şer, pirsgirêkên aborî, hilbijartin hene.
Kovarê bergeke taybet çêkir. Di bergê de wêneyê Serokdewletê DYA'yê Trump, Serokdewletê Rusyayê Putin, Serokdewletê Çînê Jinping, Seroka YE'yê Leyen, Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky, wêneyê roketê, erebeyên şerzkirinê, derzî, nîşaneyên aborî, nîşaneyên nukleler, guherîna kişwerê û hwd bi cih kir.
Va ne hin notên ji vê hejmara kovarê:
- Kovarê Serokdewletê DYA'yê Trump û Elon Musk wekî sembolên bilindbûnê nîşan dane.
- Kovarê wêneyê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen bi cih kir. Li YE'yê asta ratgiran bilind dibe, bi vê wêneyê û sindoqa nîşaneya hilbijartina YE'yê.
- Texmîna kovarê dolar dê bilind bibe, yena japon dê dakeve.
- Çîp (Chip) li dinyayê van salan her bi pirsgirêkbû, kovarê bal kişandiye ser van jî.
- Kovarê bi derziyê jî bal kişandiye nexweşiya ku dê sala bê derkeve holê.
- Yek ji xalên balkêş jî nivîskara romanan a îngilîz Jane Austen ku tevgera xurt a jinan temsîl dike. Li kêleka wê jî kulmek saz kiriye ku serhildanê nîşan dide. Bi vê bal kişandiye ser tevgereke xurt a jinan.


