Cemil Oguz
Yek ji navdartirîn hunermendê kurd Aramê Dîkran yekem car tê Amedê. Dîkran dê li Amed û Stenbolê konserê bide.
Dengê Aramê Dîkran ev nîv esir zêdetir e li seranserê bajarên kurdan pêlan dide. Û ev pêl niha dê yekem car bi awayekî zindî bigihîje Amedê. Aramê Dîkran dê beşdarî 8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bibe û di konsera dawî ya festîvalê de derkeve pêşberî temaşevanan. Dîkran dûre li Stenbolê dê konsereke pêşkêş bike. Digel Dîkran, Koma Wetan ku pêşî li Kafkasyayê, dûre li seranserê bajarên kurdan nav û dengê wê derket jî dê li Amedê derkeve ser dikê.
Hurmend Aramê Dîkran di sala 1934'an de hatiye dinê. Ew kesek wek ermen ji zarokatiya xwe ve bi kurdî û ermenkî distre. He di 18 saliya xwe de li dawetan bi ermenkî û kurdî distre, ji ber jiyana zehmet tevî malbata xwe koçî Ermenistanê dike. Aramê Dîkran ku di sala 1966'an de li Radyoya Yêrîwanê dest bi hunera xwe dike, heta sala 1985'an karê xwe yê di radyoyê de didomîne. Ew di sala 1990'î de derbasî Ewropayê dibe û hê jî li Ewropayê karê xwe yê muzîkê didomîne.
Dîrkan ev zêdetirî 50 zalan in bi cumbuşa xwe, bi dengê xwe yê zelal rih dide kurdî û muzîka kurdî, dilê kurdan, hezkiriyên muzîka kurdî geş dike. Wî heta niha bi dehan stran çêkirin û di stranên xwe de qala evînê kir, bû dengê kurdan, li ser têkoşîna kurdan sekinî. Ew ne bi muzîka xwe tenê, bi rawestana xwe jî di nav kurdan de qîmete, rûmeteke mezin bi dest xist.
“Çiyayê Gebarê”, “Serxwebûn Xweş e”, “Dil Ax e”, “Rabin”, “Xazî Dîsa Zarbûma”, “Keçê Dinê”, “Evîna Feqiyê Teyran”, “Ey Welato Em Heliyan” jî têde wî gelek album amade kirin, bi dehan stran çêkirin û ji helbestên Cegerxwîn bigere heta hin helbestvanên din helbestên wan jî kir stran û rih da wan.
Dîkran di 74 saliya xwe de yekem car dê bibe mêvanê Amedê. Di şeva dawî ya Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de roja 1'ê pûşperê dê konsera xwe pêşkêş bike û dûre berê xwe bide Stenbolê. Li Stenbolê jî dê 7'ê pûşperê saet 19'an de li Navenda Çanda Firatê ku li Çemberlitaş e konserê pêşkêş bike. Di vê konserê de hunermendê ji NÇM'ê Bulent Turan jî dê tevî Dîkran derkeve ser dikê.


