Diyarname
Romana nû ya nivîskar Şener Ozmen bi navê “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” ji Weşanên Lîsê derket.
Şener Ozmen berî romana xwe ya yekem bi navê “Rojnivîska Spînoza” (Weşanên Lîs, 2008) derxistibû niha romanê duyemîn pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Van salên dawî romana kurdî di nav hewldaneke de û her diçe romanên nû li beşa pirtûkxaneyê ya romanên kurdî dibe. Di peydabûn û xwenûkirina romana kurdî de, her ku diçe, deqên ezmûngerayî jî beşdarî vê qonaxê dibin. Zimanê ku ji col û zincîr û qeydên xwe difilite, bi riya van romanên nû yên zimanê kurdî deqxwendinên nû tîne datîne ber xwendevanên ku beşek jê bi rewşa kedîtiyê dilniya ye, beşek jê jî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan, li hêviya wan nivîskaran e, yên ku zar û zimên li zimên bigerînin. Û bê guman, ji vê hêla duyem ve, di romana kurdî de, romannûs û hunermend Şener Ozmen yek ji wan pêşîkêşan e.
Romana Şener Ozmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê pêwendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.
Romana Şener Ozmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Şener Ozmen bi romanên xwe cihê xwe di nav romana kurdî ya îro û ya sibê de bi awayekî xurt digire.
Şener Ozmen kî ye?
Ew di sala 1971’ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Amedê wekî mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Amedê didomîne.
Şener Ozmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wekî hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wekî rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye.
Gelek nivîsarên wî ên di der barê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wekî hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hunerî (wekî wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk.
Berhemên wî:
Helbest
Agit Mi Bu Yakigin? (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîman, Stenbol 1998.
Eskiden Ne Guzeldi (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîman, Stenbol 1998.
Şaşiracaksin (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîman, Stenbol 1998.
Sozum Haritadan Dişarı (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîs, Diyarbekir 2004.
Hunera Nûjen
Manifesta Cinayetleri (Wêneroman, Tirkî), Weşanên art–îst, Stenbol 2001.
Blood Sweeter Than Honey (Xêzeroman Tirkî–Îngilîzî ), Weşanên art–îst, Stenbol 2004.
Istanbul Guide (Hunera Nûjen, Tirkî–Îngîlîzî), Weşanên IKSV’yê, Stenbol 2005.
Travma ve Islahat (Hunera Nûjen, Tirkî ), Weşanên Lîs, Diyarbekir 2008.
Roman
Rojnivîska Spînoza (Roman, Kurdî), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2008.
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (Roman, Kurdî), Weşanên Lîs, Diyarbekir 2009.
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî / Şener Ozmen / Weşanên Lîs / Roman / 207 rûpel
Ji bo xwestinê:
Weşanxaneya Lîs
Ofis Akkoyunlu 4. Sokak, Feza Apt. No: 1/1 Yenişehir/ Diyarbakır Telefon: Fax 0 412 228 97 76 e–mail: wesanenlis@yahoo.com www.wesanenlis.com
***
Nûçeyên eleqedar:
- Pêşangeha "Peyama Orjînal" vedibe
- 'Rojnivîska Spînoza' wê li DSM'ê be
- Fermo ji we re: 'Rojnivîska Spinoza'yê
- 'Rojnivîska Spînoza' li Amedê ye
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


