Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 5'ê vê mehê ji bo Serokdewletî hilbijartin heye. Du berendam hene: Ji Demokratan berendam Kamala Harris e, ji Komarparêzan jî berendam Donald Trump e. Niha xirecir, axaftin, anket û bahis hemû li ser wan in.
Li DYA'yê kompaniyên anketan narawestin, çapemenî aghaiyan belav dike, lê kompaniyên bahîsê jî ketin meydarî.
Yek ji borsayên DYA'yê Kalshi ragihandiye ku amerîkiyan ji bo bahîsê bi awayekî zagonî 123 mîlyon dolar pere razandiye. Berî hilbijartinê li DYA'yê yekem car ev bahis bû fermî. Loma jî xelkê bi awayekî fermî ev pere razandine.
Kalshi ragihandiye ku piraniya kesên pere razandiye li bendê ne ku Trump bi ser bikeve. Li gor encama roja înê sedî 48'ê van bahîskaran digotin dê Trump bi ser bikeve.
Platforma bazirganiyê ya kripto Polymarket, du kompaniyên bahîsê yên mezin ên îngilîz Sporting Index û Betfair Exchange îdîa kirine ku serî 59 dê Trump bi ser bikeve.
ANKAT QALA HARRISÊ DIKIN
Kompaniyên bahîsan wisa binivîsin jî anketên li DYA'yê tene kirin Harrisê nişan didin. Malpera analîzan a anketa FiveThirtyEight gotiye ku Harris bi sedî 48'ê, 1,2 puan li pêş Trumpî ye. The New York Timesê, dîsa Newsweekê jî nivîsandiye ku Harris li pêş dixuye. Reutersê jî Harris li pêş nişan daye, lê beramberî van CNBC û Wall Street Journalê Trump li pêş nişan daye.