A.Med PÎRAN
Berî her tiÅŸtî romanek divê ji takeseriya nivîskar bifilite û bigihîje hiÅŸê xwendevan. Romana F. Bîlge ya dawî hate weÅŸandin hiÅŸê karekter dixe dewsa çavê xwendevan ku ji bo bikaribe bi hiÅŸekî din li dinyayê binêre. Ji bo tiÅŸtek bibe huner divê ji gelek çarçoveyên cuda pêk bê. Yek ji van çarçoveyan ew e ku berhem ji sembola tiÅŸtekî wêdetir be û bizîvire gelek naverok û wateyan. Di romanê de, bi kurtasî di nava tenêtiyekê de hiÅŸê nivîskarekî bi zeman re ÅŸer dike hatiye vegotin bûye ronîk ku mirov bikaribe zemanê tê de dijî bibîne.
Mirov di zemanê dijî de bi saya bergeha ku pê lê dinêre dibe xwedî fikir. Hinek kes jî wekî F. Bîlge bi wê bergehê dikarin kûr bibin û vê bergeha ÅŸênber xeyalên razber damezirînin û nîÅŸanî mirov bidin.
Romana Qijalk a F.Bîlge berî her tiÅŸtî ferhengeke berfireh a jiyanê ye. Têkilîya Qijalk û qerekterê mirov a di romanê de rexneya nivîskar a li ser civakê ye ku Qijalk herî pir wekî sembola civakê xuya dibe. Lê mirov ji vê re bêje rexne ne pir rast e. Ji ber ku di dema hunera postmodern de rexne pir zêde cihê xwe nabîne û ji loma mirov jê re bêje parodî ez dibêm qey wê hîn rastir be.
Qijalka F. Bîlge têgehên ku mirovan afirandine yên mîna xweÅŸikbûn û nexweÅŸikbûnê, wext, evîn û hwd. didarizîne. Çivîka qijalkê wekî em pê dihesin ku hemû dijberiyan di nava xwe de dihundirîne; carinan qerekter jê hez dike, carinan jê hez nake, carinan wê xweÅŸik dibîne, carinan nabîne û vê diyardeya em ji helwesta karekter a li hemberî qijalkê pê derdixin, ku nivîskar rê mirov dide da mirov dijberbûnên xwe çawa xwedî dike, dikare xwedî bike.
Roman bi tevahî di mekanekî pir teng de derbas dibe û ev mekanê em ji vegotina nîvîskêr fêhm dikin ku carinan pir xweÅŸ e carinan jî pir nexweÅŸ e. Cihê qerekter lê dijî carinan dibe bihuÅŸt carinan dibe dojeh. Xwendevan hîn bêtir di nava fikrên -hiÅŸê-qerekterê romanê de zergava ku roman li ser ava bûye dibîne, dikare bibîne.
Li ser zeman sembolên herî baÅŸ ên ku hatine bikaranîn du saetên ku wî ÅŸîyar dikin in; yek jê trêna sibê zû tê ye, ya din jî qijalk e. Trên wekî wexta jiyana rastîn diyar dike, qijalk jî wexta afrîneriya qerekterê nivîskar diyar dike. Ji loma dema qerekter nikare binivîse qijalk jî diçe.
Wekî min anî zimên sembolên di romanê de dikarin di gelek wateyên cuda de bêne ravekirin. Lê ya grîng hestên di romanê de ji bûyeran girîngtir in û ji loma pirtir cîh girtine. Ji bo serdema ku em tê de hestkor bûne bikaranîna du zemanan pir watedar bûye û gelek hêlên romana klasîk ji cîh leqandîye.
- Qijalk / Fewzî bîlge / WeÅŸanên Lîs / 106 rûpel / 2020