Diyarname
Komisyona Hilbijartinê ya Bilinda a Serbixwe ya Iraqê encamên hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistana Federe eşkere kirin.
Hilbijartin li 20'ê mehê li dar ketibûn. Serokê Komîsyonê Omer Ehmed li Hewlêrê li ser hilbjartinê daxuyanî da çapemeniyê û got ku beşdarî sedî 72,6 çêbûye.
Li gor encamên fermî kurdî bi vî awayî hatine bi dest xistin:
- PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê): 39 kursî
- YNK (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê): 23 kursî
- Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî
- Yekgirtû: 7 kursî
- Komel: 3 kursî
- Helwest: 4 kursî
- Eniya Gel: 2 kursî
- Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek
- Goran: Kursiyek
5 Kursî jî bo kêmareyan hatine veqetandin. Bi temamî 100 kursî hene li parlemenê.
Hejmara dengên ku partiyan girtin jî bi vî awayî çêbûye:
- PDK: 812,794 deng
- YNK: 409,548 deng
- Newey Niwê: 292,032 deng
- Yekgirtû: 117,444 deng
- Helwest: 56,008 deng
- Komel: 64,874 deng
- Eniya Gel: 33,466 deng
- Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 13,254 deng
- Goran: 11,641 deng