Diyarname
Wezareta Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê Tûrnûvaya Basketbolê da dest pê kirin.
Tûrnûva li Hola Şehîd Edhem a Werzîşê ya li Reqayê 16'ê mehê dest pê kir.
Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne Mihemed axaftina destpêkê kir û serketin ji bo tîmên beşdar xwest. Mihemed got ku armanca tûrnûvayê ew e ku li herêmê spora jinan pêş bixin.
Di vê tûrnûvayê de 3 tîm bi 33 lîstikvanên xwe amade ne. Tûrnûva du rojan dê bidome û roja 17'ê mehê tîma bi ser ketî dê bê xelatkirin.
Maça yekem di navbera Tîma Reqa û Tîba Tebqayê de bû. Tîma Reqayê bi 50-10 bi ser ket
Di meha adarê de jî Komîteya Perwerdehiye ya Reqayê tûrnûvaya basketbola jinan li dar xistibûn û ji heşt dibistanan keçik beşdar bûbûn.